Balafirgeha Minixê careke din hate bombekirin

Dewleta Tirk a dagirker Balafirgeha Minixê û gundê Eyn Deqnê yên li Kantona Şehbayê careke din bombe kir.

Dewleta Tirk a dagirker bi dema herêmî saet di 11:30'î de careke din bombe li ser gundê Eyn Deqnê û Balafirgeha Minixê barand.

Balafirgeh nîvê şevê saet di 01:00 de jî hatibû bombekirin.

Di nava 24 saetên dawî de zêdeyî 20 herêmên Kantonên Şehba û Efrînê hatin bombekirin. Li gorî çavkaniyên xwecihî derdora 320 topên obus, hawan û tankan li van kantonan ketin.

Dewleta Tirk a dagirker ji 19'ê Mijdarê û vir ve bi taybetî bombeyan li binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibarîne û di asteke giran de sûcên şer dike.