Cenazeyên 6 şehîdên QSD’ê li Til Hemîs û Şedadê hatin veşartin

Cenazeyên 6 şervanên QSD’ê yên di encama bombebarana dewleta Tirk a li ser Kompa Holê de şehîd bûn, li Til Hemîs û Şedadê bi meramîsan hatin veşartin.

Bi sedan şêniyên Til Hemîs û gundên wê ji bo veşartina cenazeyên 5 şervanên ku di encama êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, li goristana şehîdan a navçeyê kom bûn.

Navên şehîdan wiha ne; şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Hisên Ehmed Dawûd (Lorens Metlûte), Fehid Racid Hedmol (Sîwar Xesan), Ebdulcelîl Beha Mihemed (Ciwan Hol) û Newaf Fewaz Xelîl (Elîşêr) ku li Kampa Hol di 23’ê Mijdarê de şehîd bûbûn û şervanê Hêzên Erk Xweparastinê Selmo Mihemed Deham ku li navçeya Dêrikê di 22’ê heman mehê de şehîd bûye.

Di destpêka merasîmê de yek ji fermandarên QSD’ê Xalid Îsa destnîşan kir ku hemû hêzên emperyalîst ji bo têkbirina projeya neteweya demokratîk bûn yek, lê belê bi saya fedakariya şehîdan ew bi bin ketin.

Piştre, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Hemze Ehmed wiha axivî: “Em sersaxiyê ji xwe re û ji malbatên şehîdan ên Til Hemîsê re dixwazin ku wan ji bo parastina xak û gelê herêmê asta şehadetê bi dest xist."

Her wiha, endamê rêveber ê Akademiyên Civaka Demokratîk ên Til Hemîsê Ebdulselam Casim got: “Beşdariya bi sedan kes di merasîma veşartina şehîdên azadiyê de nîşan dide ku gelê me xwedî israr e û peyameke zelal ji dijminên vî gelê re dide diyarkirin ku em xwediyên vê xakê ne û tu carî dest jê bernadin.”

Di dawiya merasîmê de nasnameyên şehîdan ji aliyê hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Til Hemîsê Ehmed Ebawî ve hatin xwendin û radestî malbata şehîdan hat kirin.

Piştre cenazeyên şehîdan bi tilîliyên dayikan hatin veşartin.

ŞEDAD

Li Şedadê bi sedan kes, ji bo veşartina cenazeyê şehîdên QSD’ê Etiye El Dewas, ber bi Goristana Şedadê ve meşiyan. Li ber goristanê merasîma leşkerî hat lidarxistin. Piştre endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyê, Zehra Ehmed got ku ji bo ku gel bi awayek bi rumet û aram bijî, QSD her roj şehîdan dide.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Şedadê Ewde El Hisên jî destnîşan kir ku ew ê li pey şopa şehîdan bimeşin û destkeftiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bi parêzin.

Piştî merasîmê cenazeyê şehîd, bi berzkirina dirûşmeyan hat veşartin.