Dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser qadên sivîlan didomîne

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên sivîlan didome. Nêzî hezar caran bi hawan, obus û tankan li qadên sivîlan hate xistin.

Dewleta Tirk a dagirker rasterast malên welatiyan ên li navçeya Ehrez a Kantona Şehbayê dike hedef.

Di encama bomberdûmanê de ziyanên madî çêbûn.

Her wiha dewleta Tirk gundê Elqemiyê yê navçeya Şera ya Kantona Efrînê bi çekên giran bombebaran dike.

Dewleta Tirk a dagirker her wiha Til Temir, Eyn Îsa û Şêrawa bi çekên giran bombebaran kir.

Gundê Um El Kêf ê li rojavayê Til Temirê bi çekên giran hat bombekirin.

Di heman demê de gundê Seyda yê li bakurê Eyn Îsa û Kampa Eyn Îsa bi doçkayan hatin hedefgirtin.

Gundê Benê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê jî bû hedefa êrîşan.

Dewleta Tirk her wiha êrîşî gundên Zuhêriyê û Xirab Reşkê yên herêma Beravê ya Dêrikê dike.

BÎLANÇOYA ÊRÎŞÊN 24 SAETÊN DAWÎN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 24 saetên dawîn de gundên navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê ya dagirkirî û kantona Şehbayê ku koçberên Efrînê lê dimînin bi dijwarî topbaran kirin.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker li kantona Şehbayê 12 gund û dever topbaran kirin. Cihên hatine topbarankirin ev in;

Navenda navçeya Til Rifet, Zîwan, Semûqa, Balafirgeha Minix, Bêlûniyê, Til Cîcan, Til Enab, Şêx Îsa, Eyn Deqnê, Um Hoş, Nêrebiyê, Ehrez.

Li navçeya Şêrawayê gundên Dêr Cimêl, Meyasê, daristana Soxanekê, Soxanekê, Qinêtirê, Bênê, derdora Bênê hatin bombekirin

Her wiha li Şerayê jî gundên; Malikiyê, Elqemiyê, Tat Maraş, Merenaz, Tinib, Îrşadiyê, depoyên Şewarxa, Keleha Şewarxa hatin bombekirin.

Li gorî agahiyan, dagirkeriya Tirk gund û deverên navborî bi 795 topên hawan, obîs û tankê topbaran kirin. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

Topbarana li ser herêmê dewam dike û li asîmanên herêmê balafirên keşfê yên biçek digerin.