Di nava 24 saetan de zêdeyî 300 bombe li kantonên Efrîn û Şehbayê hatin barandin

Dewleta Tirk a dagirker di nava 24 saetên dawî de herî kêm 20 qadên kantonên Efrîn û Şehbayê bombe kir.

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ku 19'ê Mijdarê destpê kirin, dewam dikin.

Kantona Şehbayê û navçeyên Şera û Şêrawa yên Kantona Efrînê bi şev hatin bombekirin.

Di nava 24 saetên dawî de herî kêm 20 herêmên van kantonan hatin bombekirin. Zêdeyî 317 top û hawan li van herêman ketin.

Qadên ku bombardûman li wan hatin kirin wiha ne:

Balafirên şer saet di 01:00 de bonmbe li Balafirgeha Minixê û gundên Meranaz û Şewarxa yên Şerayê barandin.

Li gorî agahiyan gundên Şewarxa, Tineb, Tarmeraş, Malikiyê, Meranaz û Elqemiyê yên Şerayê hatin bombekirin.

Li navçeya Şêrawayê jî gundên Meyase, Soxanekê, Herşa Soxanekê, Bênê, Aqîbê û rêya navbera gundên Aqîbê, Qintêra û Bênê hatin bombekirin.

Li kantona Şehbayê, gundên Til Enab, Semûqa, Til Medîq, Şêx Îsa, Bêlûniyê, Til Acar, Balafirgeha Minix û navçeya Til Rifetê hatin bombekirin.