QSD'ê avêt ser 2 baregehan: 4 çete hatin kuştin

QSD'ê li hemberî 2 baregehên dewleta Tirk a dagirker ên di navbera Til Temir-Zirganê de çalakî kir. 4 çete hatin kuştin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li hemberî baregehên dagirkeran ên Minax û Kenhîrê yên navbera navçeyên Til Temir-Zirganê operasyonek kirin.

Di çalakiyan de 4 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

Çavkaniyên leşkerî ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk hewl dane derbasî heman herêmê bibin, lê belê şervanan ev hewldan têk birine.