Cenazeyê El Hemîd li Til Temirê bi merasîmekê hate veşartin

Ji bo endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Îbrahîm El Hemîd ê ku li Zirganê di êrîşa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Til Temirê merasîmeke girseyî hate kirin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mehmûd Îbrahîm El Hemîd di 23'ê Mijdarê de, di encama bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

Bi sedan kes li navçeya Til Temirê ya Kantona Hesekê li hev civiyan û tevlî merasîma cenazeyê El Hemîd bûn.

Merasîm li şehîdgeha Til Temirê pêk hat. Bi navê malbatên şehîdan bavê nûçegihanê ANHA'yê Seed, Mihemed Seîd El Ehmed axivî û got, "Me ew rê da ber xwe ku li vê xakê bimînin û li ber xwe bidin. Me di heman demê de li vê xakê bi hezaran şehîd dan."

El Ehmed got, "Dijminê me tenê rêya berxwedanê ji me re hişt û têkbirina dijmin jî di destê me de ye."

Piştî axafitinê belgenameya şehadetê ya Şehîd Mehmûd Îbrahîm El Hemîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Cenazeyê El Hemîd li ber dirûşmên "Şehîd namirin" hate veşartin.