QSD: 12 leşkerên Tirk û 8 çete hatin kuştin
QSD’ê diyar kir di operasyonên çarçoveya mafê parastina rewa de, 12 leşkerên artêşa Tirk ên dagirker û 8 çeteyên wê hatine kuştin.
QSD’ê diyar kir di operasyonên çarçoveya mafê parastina rewa de, 12 leşkerên artêşa Tirk ên dagirker û 8 çeteyên wê hatine kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) derbarê çalakiyên xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand:
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin “Di çarçoveya mafê parastina rewa de 12 leşkerên artêşa Tirk û 8 çeteyên wê hatin kuştin. Her wiha hêzên me di 5 rojên dawîn de hewldanên artêşa Tirk û çeteyên wê yên dixwestin derbasî herêmê bibin şikandin û şer çêbû.”