Gelê Qamişlo peyama 'Berxwedan didome' dan

Gelê navçeyên Til Koçer û Çilaxa yên Qamişlo nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk a dagirker dan û peyama berdewamkirina berxwedanê dan.

Çalakiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin.

Li Til Koçerê sedan kesan û endamên saziyan li dijî êrîşan meşek li dar xistin. Meş bi dirûşmeya “Ji dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re na” hate organîzekirin.

Gelê ku ji çerxerêya Delê ya dikeve rojavayê Til Koçer dest bi meşê kir, gelek caran dirûşmên "Na ji dagirkeriyê re”, “Berxwedan jiyan e”, “Bijî berxwedana QSD'ê" berz kirin.

Di çalakiyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê hatin hilgirtin û pankartên bi nivîsa “Nebin alîgirê qetlîam û dagirkeriyê, bêdengiya we me dikuje” hatin hilgirtin.

ÇILAXA

Li navçeya Çilaxa ya Kantona Qamişloyê bi dehan kesan êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Girseya ku li çerçerêya Taxa Şehîd Mehsûm dest bi meşê kirin, wêneyên kesên di Komkujiya Dêrikê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve di şeva 19-20’ê Mijdarê de şehîd bibûn hilgirtin û pankartên bi nivîsa “Şer rawestînin” hilgirtin.

Girseya piştî ku li kolanên sereke yên navçeyê meşiyan, derbasî Taxa Şehîd Mehsûm bûn û daxuyanî dan. Di çalakiyê de Serokê Komeleya Ehil El Beyt a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sînan Seydoş û rêvebera Kongreya Star a Çilaxa Semer Hisên axivîn.