Li Şehbayê bi topan li maleke sivîlan dan
Êrîşên ku dagirkeriya Tirk li ser Şehbayê dike, zêde bûye. Duh şev li gundê Ehreze yê Şehbayê bi topan li mala Zehirdîn Ebdalo hate xistin.
Êrîşên ku dagirkeriya Tirk li ser Şehbayê dike, zêde bûye. Duh şev li gundê Ehreze yê Şehbayê bi topan li mala Zehirdîn Ebdalo hate xistin.
Herêma Şehbayê ji danên siharê ve ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tê topbarankirin.
Dewleta Tirk bi topan li gundê Ehreze yê Şehbayê da û mala Zehirdîn Ebdalo kir hedef. Di encama êrîşê de xisar gihişt xanî.
Zehirdîn Ebdalo di axaftina xwe de diyar kir ku di destê sibehê de bi carekê dîtine ku pencere û deriyên wan şikestine. Ebdalo diyar kir ku êrîşên ku dewleta Tirk a dagirker li ser sivîlan dike, nayê qebûlkirin.