Şervanê Suryanî bi merasîmekê li Hesekê hat veşartin

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan Mîlad Mûnîr Mîro ku di nava hefteyê de dema li ser erka xwe bû şehîd bû, ji aliyê gelê Hesekê ve bi merasîmekê hate veşartin.

Bi sedan kes beşdarî merasîma cenazeyê Mîlad Mûnîr Mîro ya li Hesekê bûn.

Di merasîmê de endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan jî amade bûn.

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan Mîro di 24’ê Mijdarê de dema li baskê Xaburê li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Cenazeyê şehîd ku ji pêşiya Dêra Mar Cerces hate wergirtin, bi karwanekî ku ji dehan wesayîtan pêk dihat birin Şehîdgeha Asûrî-Suryan a bajarê Hesekê.

Ji ber berdewamiya êrîşên dewleta Tirk a dagirker, tenê nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Şervanê Suryanî Mîro bi tilîlî û dirûşmeyan spartin axê.