Eşîrên Ereb ji bo têkoşîna hevpar a li gel QSD'ê bang kirin

Qebîleya Cibûr û Eşîra Bergara yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê diyar kirin ku ew bi QSD'ê re ne û wê li ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk rabin. Her wiha ji bo têkoşîna hevpar bang li eşîrên din ên li herêmê kirin.

Serokê Meclîsa Qebîleya Cibûr Fewaz Zuba El Mîrhem û Şêxê Eşîra Bergarayê Hawad Al Ogla êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re nirxandin.

Fewaz Zuba El Mîrhem diyar kir, dewleta Tirk a ku îdîa dike ku dewleteke Îslamî ye komkujiyê li sivîlan dike û got, "Eger bi rastî jî nêzî Îslamiyetê bûya, wê êrîşî gel nekiribûya, qetil nekiribûya. Armanca herî mezin a dewleta Tirk tunekirina Rêveberiya Xweser e. Dewleta Tirk bi êrîşan dixwaze îradeya gel bişikîne. Em ê bi pêkhateyên Ereb, Kurd, Asûrî, Êzidî û hemû pêkhateyên din li ber van êrîşan rabin. Em ê xwîna şehîdên xwe ti carî li erdê nehêlin. Em ê timî li ser piyan bin."

El Mîrhem bêdengiya civaka Ereb a li hemberî êrîşan rexne kir û got, "Civaka Ereb çavên xwe li vê hovîtiyê girtiye. Heta niha daxuyaniyek jî nedane. Divê alema Ereb li dijî vê hovîtiyê xwedî helwest be. Pêwîste welatên Ereb hişyariyê bidin dewleta Tirk û bi zimanekî tund bibêjin ku divê êrîş bêne rawestandin. Em bi navê eşîrên Ereb vê yekê dixwazin. Em êrîşên li ser xaka xwe qebûl nakin. Rêxistinên mafên mirovan, hêzên navneteweyî, her kesî çavên xwe li hovîtiya dewleta Tirk girtine. Divê her kes li ber faşîzma Tirk rabin û xwedî helwest bin."

'EM HETA DAWIYÊ BI QSD'Ê RE NE'

Fewaz Zuba El Mîrhem destnîşan kir ku li dijî êrîşan ew ê tevî QSD'ê li ber xwe bidin û got, "Divê gelên Sûriyeyê hemû li dijî faşîzmê rabin ser piyan. Em ê êrîş û komkujiyên li gelê me têne ferz kirin qebûl nekin û li ber xwe bidin. Em ê heta dawiyê piştevanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bin. Bi navê Qebîle û eşîrên Cibûr em amade ne tevî QSD'ê li ber hemû êrîşan rabin. Divê cîhan hemû zanibe ku em ê dewleta Tirk û êrîşên wê ti carî qebûl nekin û heta dawiyê tevî QSD'ê li ber xwe bidin."

EŞÎRA BERGARA: LI PEY QIRKIRINÊ NE

Şêxê Eşîra Bergarayê Hawa Al Ogla jî diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşa li ser gelan li pey qirkirinê ye û got, "Dewleta Tirk 5 roj in êrîşî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ji Şehbayê heta bi Dêrikê bi balafirên bêmirov û balafirên şer bombeyan dibarîne, komkujiyan dike. Bombeyan li ser dibistanan, nexweşxaneyan, stasyonên elektrîk û gazê dibarîne. Dewleta Tirk li ku be, li wir teror heye.

Bi êrîşa li ser xaka me dixwazin destketiyên ku bi fedakariya şehîdan hatine bidestxistin tune bikin. Hewl didin gelê me bidin koçberkirin û bajar, gundên me dişewitînin. Divê cîhan hemû li dijî dewleta Tirk rabe ser piyan û helwesetê nîşan bide. Bi navê Eşîra Bergarayê em heta dawiyê bi hêza xwe re ne. Em ama de bi hemû hêza xwe bersivê bidin faşîzma Tirk."