Osê: Rêxistinbûna jinan wê civakê biparêze

Cîgira Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê got, "Jina rêxistinbûyî ya ku xwedî fikreke hevpar e, dikare di nava şerekî dijwar de civaka xwe biparêze."

Cîgira Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê karakterê şerê li Rojhilata Navîn û çawa Rojava li hemberî van polîtîkayên şer rêya sêyemîn ava kir ji ANF'ê re nirxand.

LI ROJHILATA NAVÎN ŞERÊ ÇANDÎ, EXLAQÎ, ABORÎ Û DAGIRKERIYÊ TÊ MEŞANDIN

Osê destnîşan kir ku beriya avabûna pergala netew-dewletê, di şerên li Rojhilata Navîn de jin zirarek mezin dîtiye û wiha got, “Ya duyemîn jî jin di van qadên şer ne bi rêxistinkirî bû. Ji ber wê jin berdêlên giran da. Hemû şerên tên meşandin, ji bo aboriyê ye. Ji ber vê şer ji bo desteserkirina dewlemendiyên binerd û sererd e. Her wiha gel jî dike kole. Ger em îro behsa pergala ku jinê dike kole bikin ev tişt ji ber polîtîkayên taybet ên ku pergalên li pey hev li ser jinê pêş xistine. Her sîstemek bi awayên cuda pergalên xwe li ser jinan ferz kir. Sîstema heyî ya li Rojhilata Navîn ji sîstema berê ne cuda ye. Em tenê dikarin bibêjin ku di teknîkê de ferqek heye. Şêwaza şerekî hêj teniktir û xirabtir di dewrê de ye. Pirsgirêka xitimîna aborî ya ku herî zêde bandorê li jinan dike jî heye. Ez çawa dikarim civak û jinê ji rêgezên exlaqî dûr bixim? Ji ber vê yekê em şerê li Rojhilata Navîn tê meşandin weke şerekî çandî, exlaqî, aborî û dagirkeriyê pênase dikin. ”

JINÊN BI HÊZ TÊN HEDEF GIRTIN

Osê diyar kir ku li Tirkiyeyê krîzeke kûr heye û got, “Di vê hawîrdora krîzê de dîsa mexdûr jin e. Dema em li girtin û destgîrkirina rojane dinêrin jinên siyasetmedar dibin hedef. Dema em li mirinên ji ber desthilatdariyê dinêrin, li gorî berjewendiyên xwe bikaranîna tiryakê, îstîsmar û kuştina jinan heye. Xaleke din jî ew e ku jina serhildêr çi di çapemeniyê de be, çi di warê aborî û çi jî di warê hiqûqî de her tim tê hedefgirtin.

Li Îranê jî wisa ye. Di serhildanên jinan de ku dest pê kir û hê jî berdewam dike, jin ji bo maf û îradeya xwe li dijî desthilatdariya Xumeynî derdikevin. Ji sîstema Xumeynî re dibêjin na. Dema dibêje na, her tiştî digire ber çavan. Li gel vê pergala ku weke dijmirovahî tê zanîn jî serhildanên jinan pir xurt in û pêşengiya serhildanê dikin. Tablo nîşan dide ku jiyan di xetereyê de ye.

Ji bo vê serhildana li Îranê li hincetek tê gerandin û dixwazin siyaseta qirkirinê bixin meriyetê. Ger jin bêje di şexsê min de jiyana civakê di metirsiyê de ye û divê bê parastin, pêwîst e xwe bi rêxistin bike. Ger rêxistin nebe ev pergala neteweperest û nîjadperest wê qetlîamê pêk bîne. Ligel ku bi salan e qirkirina aborî, çandî û civakî pêk tîne, wê serî li komkujiyên fizîkî jî bide. Kî bû qurbaniya şerê 11 salan li Sûriyeyê? Êrîşên hewayî pêk hatin, xanî hatin hilweşandin, kê berpirsyariya mal û zarokan girt ser xwe? Dîsa jin bûn. Ew jineke ku koçber bû. Jin bûn ku di bin şert û mercên giran ên aborî de hewl dan malbatên xwe biparêzin. Şerê ku didome hê jî wêraniyên mezin çêdike. Li herêmên dagirkirî di şexsê jinan de komkujî, destavêtin, revandin, tundî tê kirin û nirx tên binpêkirin.”

JINÊN RÊXISTINKIRÎ DIKARIN CIVAKA XWE BIPARÊZIN

Cîgira Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emîne Osê destnîşan kir ku pozîsyona Bakur û Rojhilatê Sûriyê cuda ye û wiha dewam kir, “Ji ber ku jinan pêşengiya şoreşê kirin. Projeya Rêveberiya Xweser xwe dispêre jinên rêxistinkirî. Li ser vê bingehê jin di demeke kin de karîbû di hemû xebatan de xwe bi awayekî aktîf bi rêxistin bike. Têkoşîna jinan ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, têkoşînek gerdûnî ye. Li Rojava jin li dijî polîtîkayên li hemberî tevahî jinên cîhanê tê meşandin, têdikoşin. Ji ber vê yekê jinên li cîhanê serî hildidin îlham û hêzê ji Rojava digirin. Di pêvajoyeke wiha de ev tablo pir girîng e. Jinên birêxistinkirî ku xwedî fikreke hevpar in, wê karibin di nava dijwariya şer de civaka xwe biparêzin.”