Agirê Newrozê li Helebê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate dadan

Li Helebê bi hezaran kes tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn û agirê Newrozê dadan.

Pîrozbahî li taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêk hat.

Bi hezaran kes tevlî bûn û li nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Newrozê guhdarî kirin.

Ji fermandarên YPG'ê Şervan Efrîn li pîrozbahiyê axivî û diyar kir ku wê planên li dijî projeya modernîteya demokratîk bi şerê gel ê şoreşgerî têk bibin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Amna Xidro jî diyar kir ku wê têkoşîna li hemberî her cûre êrîşan dewam bikin.

Pîrozbahî bi stranan dewam dike.