PYD: Em bi hev re li ber polîtîkayên qirkirinê rabibin
PYD’ê bertek nîşanê qetlîama dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li Cindirêsê ya li dijî sivîlan da û bang li gelê herêmê kir ku li ber polîtîkayên qirkirinê rabibe.
PYD’ê bertek nîşanê qetlîama dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li Cindirêsê ya li dijî sivîlan da û bang li gelê herêmê kir ku li ber polîtîkayên qirkirinê rabibe.
Meclîsa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), têkildarê komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî welatiyan li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî pêk anî û di encamê de 4 welatî şehîd bûn, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de meclîsê sûcê li dijî gelê Kurd li Cindirêsê pêk hatiye, şermezar kir û destnîşan kir ku bi vî sûcî cardin eşkere bûye ku dewleta Tirk dijminê hebûna gelê Kurd e ku nasnameya xwe diparêze û diyar kir ku sûcên li Cindirêsê pêk tên, berdewama siyasetên koçberî, qirkirin û guhertina demografiyê ye ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne.
Meclîsê, bang li gelên herêmê kir ku bi hev re li hember siyasetên qirkirinê rabibin. Meclîsê, piştevanên çeteyan û her kesê ku siyaseta wan rewa dike, şermezar kir û bang li civata navneteweyî kir ku van sûcan rawestîne û helwesteke mirovî li hember êşên xelkê li herêmên dagirkirî nîşan bide.
Meclîsê di dawiyê de got: “Em ji gelê xwe yê li Efrînê destnîşan dikin ku berxwedana me ya li hember dagirkeriyê wê berdewam be û em ê bidin ser rêça şehîdan. Em ê bi şev û roj kar bikin da ku dagirkeriyê tune bikin, Efrîn û hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin.“