Yûsif li Newrozê axivî: Sîstema Îmraliyê wê bê şikandin

Endama Konseya Serokatiyê ya PYD'ê Foza Yûsif li Qamişloyê li Newrozê axivî û got, "Sîstema Îmraliyê wê bê şikandin, em ê dagirkeriyê bi dawî bikin."

Pîrozbahiya Newrozê li qada Newrozê ya li bajarokê Hîmo yê Qamişloyê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî li nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Newrozê hate guhdarîkirin.

Endama  Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif axivî. Foza Yûsif Newroz li şêniyên Qamişlo û Kurdên li her aliyên Kurdistanê pîroz kir û got: "Gelê Qamişloyê gelekî berxwedêr e, bila Newroza we pîroz be. Bi navê we hemûyan em Newroza her çar aliyên Kurdistanê, Amed, Mehabad, Hewlêr û tevahî gelên Mezopotamyayê pîroz dikin. Em Newrozê li gerîlayên azadiyê, li berxwedêrên di girtîgehan de û hêzên leşkerî û Rêber Apo pîroz dikin."

Foza Yûsif anî ziman ku Kurd û gelên Mezopotamyayê îro Newrozeke cuda pîroz dikin û wiha pê de çû: “Ji ber ku careke din biryardarî û îradeya xwe li hemberî hemû fitne û êrişên dijmin ispat dikin da ku bi azadî û bi rûmetî li ser xaka xwe bijîn. Her wiha isbat dikin ku gel xwedî îradeyeke mezin e."

Foza Yûsif bi dewamî got, "Em ji dijmin û tevahî cîhanê re diyar dikin ku em di pêşxistin û xurtkirina projeya neteweya demokratîk û projeya Newroza nû ji bo tevahî pêkhateyên gelan; Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen û Asûr ên li ser vê xakê de bi israr in. Em Newroza nû pîroz dikin û em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

Endama Desteya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Li dijî Rêberê Gelê Kurd Rêber Ocalan tecrîdeke giran heye, ji ber ku Rêbertî hewl dide jiyaneke azad li ser vê xakê misoger bike. Ji 50 salî ve, Rêber Apo ji bo me têdikoşe. Pergala Îmraliyê pergaleke nû li dijî tevahî gelan e. Em diyar dikin ku em ê Newroza 2023ʹyan bikin Newroza şikandina pergala Îmraliyê û destpêka pêngaveke nû ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî û têkoşîna li hemberî dagirkeriyê."

Foza Yûsif wiha axaftina xwe dom kir: “Em bi hev re bêjin ku em ê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji bîr nekin, em ê berxwedana xwe ji bo rizgarkirina wan bidomînin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyanek nû tê afirandin, Rêveberiya Xweser system û çandek nû ya demokrasiyê ji bo tevahî gelan diafirîne, ev sîstem çareseriya aloziya Sûriyeyê ye.”

Foza bang li hikumeta Şamê kir ku li ser maseya diyalogê rûne û got: “Ji ber ku çareserî ne li Moskov û Enqereyê, lê li Sûriyeyê ye. Em bi hev re destûra Sûriyeya demokratîk saz bikin. Ji ber ku demokrasî çareya herî guncaw li Sûriyeyê ye.”

Foza banga xwe ji bo tevahî partiyên kurdî û çar beşên Kurdistanê dubare kir ku Peymana Lozanê têk bibin, mafên xwe misoger bikin, li hember zulm û şofînîzmê bisekinin, gelan ji dagirkeriyê rizgar bikin. Foza soza xwe ji bo tevahî şehîdan nû kir ku heta serkeftina doza wan dê alaya şehîdan bilind bike.

Tê payîn ku bernameya Newrozê bi axaftinan û stranan dewam bike.