Gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê berê xwe dan qadên Newrozê
Newroz îro li 11 bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê pîrozkirin. Gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe berê xwe dane qadên Newrozê.
Newroz îro li 11 bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê pîrozkirin. Gelên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe berê xwe dane qadên Newrozê.
Pîrozbahiyên Newrozê yên îsal ên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma 'Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin, dagirkeriyê têk bibin' têne lidarxistin.
Newroz îro li Hesekê, Qamişlo, Dêrik, Girkê Legê, Tirbesipiyê, Amûdê, Dirbêsiyê, Reqa, Kobanê, Şehba û Helebê tê pîrozkirin.
Li van bajaran ku doh bi şev agirê Newrozê hate dadan, serê vê sibehê xelkê herêmê berê xwe da qadên Newrozê.