Ji bo şehîdên YAT'ê merasîm hate lidarxistin

Ji bo şehîdên YAT’ê yên li Başûrê Kurdistanê di qezaya helîkopterê de şehîd bûbûn, merasîm hate lidarxistin.

Bi deh hezaran şêniyên ji herêmên Cizîr, Reqa, Firat, Minbic, Şehba û Dêrezorê ji bo merasîma veşartina cenazeyên 9 şervanên YAT'ê yên di ketina helîkopterê de şehîd bibûn, hatin Hesekê.

Li Hesekê merasîma ji bo veşartina cenazeyê 9 şervanên YAT’ê yên di 15’ê Adarê de li Başûrê Kurdistanê di encama ketina helîkopterê de şehîd bibûn, dest pê kir.

Ji bo merasîma ku li stadyûma Serdem a bajarê Hesekê hate lidarxistin, bi deh hezaran şêniyên herêmên Cizîr, Reqa, Firat, Menbic, Dêrezor û Şehbayê ji saetên sibehê ve ber bi Hesekê ve bi rê ketin.

Girseya gel a li vir herî zêde derbasî Qada Serdemê bû, yên mayî jî ji bo cenazeyan werbigirin ber bi Nexweşxaneya Şehîd Sarya ve çûn.

Cenazeyên 9 şehîdan li ser milan birin stadyûma ku bi qasî kîlometreyekê dûr e. Her wiha ji fermandarên QSD’ê Mazlûm Ebdî û Newroz Ehmed, Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid û Ebid Hamid El-Mihbaş, Fermandarê Hêzên Dijî Terorê yê YNK’ê Wehab Helepçî û Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Emîne Umer jî wê beşdarî merasîmê bibin.

Piştî merasîmê wê cenazeyên şehîdan bibin Qamîşlo, Dêrik, Kobanê û Şehbayê.

Piştî ku cenazeyên ji nexweşxaneyê hatin wergirtin bi konvoyan anîn ber Qada Serdemê, li ser milan birin qadê.

Hevserokên Rêveberiya Xweser, MSD, Meclisa Malbatên Şehîdan û nûnerên Kongreya Îslamî ya Demokratîk yên ku beşdarî merasîma ji bo şervanên YAT'ê hatin lidarxistin bûn, soza mezinkirina têkoşînê dan.

Piştî axaftina Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El Mihbaş, Hevseroka MSD’ê Emîne Omer, Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Selma Xelîl û Nûnerê Kongreya Îslama Demokratîk Mela Ebdurheman Bedirxan axivîn.

Di axaftinan de bal hat kişandin ser têkoşîna şehîdan ku di hemû êrîşên li dijî herêmê û bi taybet a li dijî çeteyên DAIŞ'ê û qala girîngiya parastina destkeftiyên bi fedakariya şehîdan hate kirin.

Di axaftinan de bal hat kişandin ser qetilkirina 4 Kurdên ku dixwestin Newrozê li navçeya Cindirêsê ya Efrînê pîroz bikin, bang li civaka navneteweyî û hemû hêzên Sûriyeyê hate kirin ku dawî li dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê bînin.

BI SLOGANAN CENAZE ŞANDIN BAJARÊN WAN

Merasîma cenaze piştî axaftinan bi dawî bû.

Cenazeyên 9 şervanan bi dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Berxwedana YPG'ê", "Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd" şandin navçe û bajaran.

Cenazeyê Şervan Kobanê (Ebdo Ehmed Ebdî) li Kobanê, Feraşîn Baran (Nejbîr Mehmûd Hemdo), Dîdar Dêrik (Hemdiya Seydo Seydo), Hogir Dêrik (Elaa Ednan Hemûd), Dogan Efrîn (Hadî Hemdûşrik Zahir, Diwêr Ebdî) Oear) û cenazeyê Harûn Rojava (Mecîd Silêman Mihemed) wê li Dêrikê, cenazeyê Rojeng Rifet (Berfîn Bîlal Rifet) li Şehba û yê Xebat Dirbêsiyê jî (Rênad Îzedîn Elî) wê li Dirbêsiyê were veşartin.