NY: Çeteyên girêdayî Enqereyê sûcên şer dikin

Komîteya Lêkolînê ya Taybet a Sûriyeyê ya NY’ê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên kuştin, dizî û destdirêjiyê didomînin. Komîteyê da zanîn ku ev sûc di çarçoveya sûcên li dijî mirovahiyê de ne.

Komîteya Lêpirsînê ya Taybet a Sûriyeyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) der barê binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî de raporek ji 44 rûpelan weşand.

Komîteyê diyar kir ku endamên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyêʹʹ girtin, destgîrkirin, windakirina bi zorê, êşkence, destdirêjî, nêzîkatiyên xirab, birina rehînan û talankirinê berdewam dikin. Komîteyê da zanîn ku ev kiriyar dighêjin asta sûcên dermirovî.

Komîteyê di raporê de bal kişand ser gefxwarinên li niştecihên resen ên Efrînê yên ku daxwaza vegerandina malên xwe dikin, revandina dûbare ya şêniyan û standina fidiyê li beramberî serbestberdana wan. Komîteyê îşaret bi vê yekê kir ku "Polîsên sivîl" li Efrînê parêzerekî Kurd di bin êşkenceyê de qetil kir.

Komîteya Lêpirsînê ya NY‘ê da zanîn ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam û "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyêʹʹ destdirêjî û êrîşên zayendî dikin. Komîteyê ev yek bi sûcên şer bi nav kir.

Komîteyê der barê sûcên destdirêjiyê de mînak parve kirin û got, çeteyên "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê" li Serêkaniyê destdirêjî li zarokekî Îraqî kiriye û li bajarê Babê yê dagirkirî jineke ducanî û hevjînê wê yê rojnamevan qetil kirin.

Di raporê de hate gotin ku çeteyên Heyet Tehrîr El Şam bi destgîrkirina sivîlan didomînin û  girtî xwarin û dermanên têrker bidest naxin.

Li gorî raporê, çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê qetilkirina girtiyan, di nav de girtiyên jin didomîne û çavdêriya li karên rêxistinên xwecih û ragihandinê asê dike.