Berpirsyarê komkujiya li Cindirêsê dewleta Tirk e

32 rêxistin û partiyên li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku berpirsyarê qetilkirina 4 Kurdan li Cindirêsê dewleta Tirk e. Bang li civaka navneteweyî hate kirin ku ji bo dawîanîna li dagirkeriya dewleta Tirk gavê biavêje.

32 partî û rêxistinên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Navenda Lêkolîn û Têkiliyên Dîplomatîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Qamişloyê bi beşdariya bi dehan dezgehên çapemeniyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Hevserokê Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed bi zimanê kurdî û endamê Partiya Muhafezekaran Ekrem Mehşûş bi zimanê erebî daxuyanî xwend û got dewleta Tirk a dagirker û Îtîlaf berpirsên sûcê li Cindirêsê ne.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

"Bi dijminatiyeke hov, komeke leşkerî ya koma Ehrar El Şerqiye ya terorîst a girêdayî Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyî gule li komeke welatiyên me yên Kurd ku agirê Newrozê li Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî dadidan, berandin. Di encamê de 4 welatî şehîd bûn û hin jî birîndar bûn.

Ev sûc, rastiye li herêmên ji hêla hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, nexasim herêma Efrînê eşkere dike. Efrîn ji 5 salan ve êşên qetilkirin, girtin, îşkecne û dizînê ji hêla çeteyên ji bermahiyên DAIŞ′ê, El Nusra û komên din ên terorîst ku dewleta Tirk anîne van herêman, dikişîne. Ji wê zêdetir jî dewleta Tirk malbatên van komên çekdar anîn li cihên Kurdan bi cih kirin da ku demografiya herêmê biguherin.

Dewleta Tirk ku dewleteke dagirker e û Îtîlaf jî sparteka siyasî ya dagirkeriyê ye, her du berpirsên vî sûcî ne, her wiha berpirsên êşên li wan herêman pêk tên. Her wiha hewlên wan ên beraetkirin û tawanbarkirina li komeke çekdar, tenê nixumandina rastiyan û rewşa trajedîk a li herêma Efrîn û herêmên din ên dagirkirî yên li bakurê Sûriyeyê ne.

Em partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Em bang li civata navneteweyî, nexasim Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Rûsyayê dikin ku bi lez tev bigerin û dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û tevahî bakurê Sûriyeyê ji hêla dewleta Tirk ve bi dawî bikin. Her wiha Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê bi tevahî sazûmaniya wê ya girêdayî Îtîlafa Sûriyeyê bixin lîsteya rêxistina terorîst. Ji ber reftarên wê ne dûrî reftarên Heyet Tehrîr El Şam û rêxistina DAIŞ′ê ne.

Em bang li tevahî gelên Sûriyeyê dikin ku ji bo dawîkirina dagirkirina xaka Sûriyeyê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve têkoşînê bilind bikin û li kêlek serhildana şêniyên Efrînê bisekinin û destekê bidin xwestekên wan ên rewa û vegera koçberan.

Ev sûc di demekê de hat ku girîngiya lezbûna pêkanîna biryara navneteweyî ya 2254′an eşkere bike û gihandina li çareyeke mayînde ya krîza Sûriyeyê bi rêy beşdarbûna tevahî pêkhateyên Sûriyeyê di xebata dan û standinan de, pêkanîna armancên xwe gihandina welatekî demokratîk ê nenavendî ku tê de edalet, azadî û wekhevî hebe."

Partî û rêxistinên siyasî yên li ser daxuyaniyê îmze kirine;

Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Kesk a Demokratîk, Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê, Yekitiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî, Tevgera Guhertinê ya Demokratîk a Kurdistanê, Tevgera Nûjen a Kurdistanê, Yekitiya Karkeran a Kurdistanê, Desteya Nîştimanî ya Erebî, Partiya Nûjen û Demokratîk bo Sûriyê, Partiya Rêkeftin a Demokrat a Kurdî ya Sûrî, Tevgera Çaksazî ya Kurdî-Sûriye, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Yekitiya Nîştimanî ya Azad-Rojava, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongra Star, Partiya Muhafazkaran a Demokratîk, Partiya Têkoşîna Demokart, Şepêla Pêşeroj a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê, Desteya Koordîneyê ya Nîştimanî (Tevgera Guhertinê ya Demokartîk), Partiya Yekitiya Suryan, Partiya Sûriya Pêşerojê, Şepêla Çep a Şoreşger li Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê.