DYE'yê li hêzên alîgirê Îranê yên li Sûriyeyê xist: 8 kes mirin

DYE'yê ragihand ku ji hewayê ve êrîş birine ser hêzên alîgirê Îranê yên li Sûriyeyê. Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di êrîşê de 8 kesên ji hêzên alîgirê Îranê hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Pentagonê, 23'ê Adarê roja Pêncşemê li nêzî Hesekê bi droneyê êrîş li ser navendekê hate kirin û muteahîtekî Emerîkî jiyana xwe ji dest da, 5 leşker û muteahîtek jî birîndar bûn.

Servîsên îstîxbaratê yên Emerîkî ragihand ku drone ya Îranê bû.

Wezîrê Parastinê yê DYE'yê Lloyd Aûstîn bi daxuyaniyekê diyar kir ku erk ji hêzên Fermandariya Navendî ya DYE'yê re hatiye dayin ku li rojhilatê Sûriyeyê êrîşa hewayî bibin ser navendên komên 'Muxafizên Şoreşê yên Îranê'.

Aûstîn ragihand ku êrîşa hewayî weke bersiva li êrîşa bi droneyê ya li Hesekê hatiye kirin.

Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê diyar kir ku li bajarê Dêrazorê êrîş li depoyeke çekan hatiye xistin. Saziyê ragihand ku di encama êrîşê de '6 şervanên alîgirê Îranê' hatine kuştin, 2 'şervan' jî li çola Mayadînê û nêzî Bûkemalê hatine kuştin.