Cenazeyên şehîdên YAT'ê anîn Hesekê

Cenazeyên 9 endamên Yekîneyên Antîterorê (YAT) ên ser bi QSD'ê, ku di qezaya helîkopterê de şehîd bûn, anîn Hesekê. Ji bo 9 şervanan wê sibe merasîmek bê lidarxistin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku cenazeyên 9 şehîdan îro gihaştine Hesekê.

Di daxuyaniyaê de hate gotin: "Piştî rêzepêwendiyan, hêzên me karîn cenazeyên 9 şehîd, fermandar û şervanên Yekîneyên Antîterorê (YAT) ên ku li Başûrê Kurdistanê di encama ketina 2 helîkopteran de şehîd bûbûn, werbigire û bigihîne heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Tîmeke hêzên me tevî endamên Fermandariya Giştî cenazeyên şehîdan gihandin bajarê Hesekê.

Sibe Çarşemê (22 Adar) wê hêzên me bi merasîmeke navendî cenazeyên şehîdan oxir bikin. Merasîm saat di 11.00’an de bi kombûna gel li ber Nexweşxaneya Şehîd Sarya a li taxa Xiwêran wê dest pê dike, piştre wê cenazeyên şehîdan li ser milan werin veguhastin ber bi Stadyûma Serdem ve ya li heman taxê û li wir merasîm were lidarxistin.

Merasîm dê bi peyamên Fermandariya Giştî ya QSD’ê û saziyên fermî û nûnerên hevkar û hevalbendên hêzên me yên di şerê li dijî terorê de, bi rê ve biçe.

Wek dilsoziya bi zarokên gelê me re ku di oxira parastina herêmê bi tevahî pêkhateyên wê de canê xwe feda kir, em bang li gelê xwe dikin ku bi ruhê neteweyî û serhildanê beşdarî merasîma oxirkirina şehîdan bibin."