QSD: Têkoşîna me ya hevpar a li dijî DAÎŞ'ê wê bidome
Fermandariya QSDʹê diyar kir ku li dijî baregeha hevbeş a hêzên wan û hêzên Koalîsyona Navneteweyî êrîşeke hewayî hate kirin û got: “Têkoşîna hevbeş a li dijî DAÎŞʹê wê berdewam bike.“
Fermandariya QSDʹê diyar kir ku li dijî baregeha hevbeş a hêzên wan û hêzên Koalîsyona Navneteweyî êrîşeke hewayî hate kirin û got: “Têkoşîna hevbeş a li dijî DAÎŞʹê wê berdewam bike.“
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê rangihand ku bi droneke kamîkaze êrîş li dijî baregeha hevbeş a hêzên wan û hêzên Koalîsyona Navneteweyî hate kirin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Bi droneke kamîkaze êrîşî baregeha hevbeş a hêzên me û hêzên Koalîsyona Navneteweyî hat kirin. Di encamê de leşkerekî Emerîkî jiyana xwe ji dest da û 5 leşkerên hêzên hevkar birîndar bûn.
Her wiha bajarokê Zîbanê yê gundewarê rojhilat ê Dêrazorê bi dehan topên moşekan hat hedefkirin. Jêdera topbaranê herêmên aliyê rojava yê çemê Firatê yê di bin serweriya hêzên hikûmeta Şamê de ne. 2 top li mala sivîkekê ketin û di encamê de jinek û keça xwe birîndar bûn.
Em sersaxiyê ji malbata karbesê ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest daye û ji hevkarên xwe yên Koalîsyona Navneteweyî re sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin. Di heman demê de em êrîşên bêserûber ên bi zanebûn ên li dijî herêmên me, nemaze êrîşên li ser herêmên ku sivîl lê dimînin, şermezar dikin. Em diyar dikin ku divê sivîl ji êrîşan werin dûrxistin. Divê şerê li dijî DAÎŞʹê neyê astengkirin.
Hêzên me şerekî mezin li dijî rêxistina terorîst a DAÎŞʹê de kir û li Baxozê serketina li dijî DAÎŞ bi dest xist. Têkoşîna me ya hevpar a bi Koalîsyona Navneteweyî re ya li dijî rêxistina terorîst û fikirên wê yên tundraw wê berdewam dike. Çalakiyên ewlehî û leşkerî wê werin zêdekirin heta ku şaneyên rêxistin werin tunekirin û xetereya wan a li herêmê were qedandin. Bi vê yekê dê istiqrar, ewlehî û parastina niştecihan mîsoger werin mîsogerkirin.“