TEV-DEM: Divê dewleta Tirk ji Efrînê bê derxistin

TEV-DEM'ê diyar kir ku dewleta Tirk ji komkujiya 20'ê Adarê ya li navçeya Cindirêsê ya Efrînê berpirsyar e û bang kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê ji Efrînê û herêmên din ên dagirkirî bêne derxistin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser komkujiya li dijî malbateke ji Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Efrîna dagirkirî di rewşên mirovî yên kirêt, karesat û metirsiyeke mezin û jiyana li gel dewleta Tirk a dagirker û çeteyan re derbas dibe. Sûcên li Efrînê pêk tên, nîşaneya rewşa xeternak e, dewleta Tirk a dagirker berpirsa vê yekê ye.

Em bang li NY′yê, rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin ku bi lez destwerdanê bikin, bi erkên xwe yên exlaqî û qanûnî rabin û şêniyên Efrînê ji komkujî û siyaseta qirkirinê biparêzin. Ji bo derxistina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji tevahî herêma Efrînê û herêmên din ên Sûriyeyê yên dagirkirî bixebitin."