‘Newroz sala 2023’yan, Newroza azadiya Rêber Abdullah Ocalan e’

Li bajarê Dêrazor ê Sûriyeyê, Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de hat destnîşankirin ku Newroza sala 2023’yan heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad û projeya neteweya demokratîk bi ser bikeve, Newroza dewamkirina li berxwedanê ye.

Bi sedan kesên ji Dêrazorê, nûnerên meclîsên sivîl û leşkerî, Newroz li bajarokê Kîsra ye li rojhilatê Dêrazorê pîroz kir.

Di destpêka şahiyê de serokeşîrê êla Ubêdat a qebîleya Begara ya rojavayê Dêrazorê Ziyab El Cêlat bixêrhatina beşdaran kir. Piştre fermandar Demhat El Kilêzî, bi navê Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Cejna Newrozê li malbatên şehîdan, Rêberê Gêlê Kurd Abdullah Ocalan û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn bi giştî pîroz kir.

El Cêlat wiha axivî: "Îro roja biratiya gelan e û em jî soz didin ku heta avakirina Sûriyeyeke demokratîk û azad têbikoşin û li ber xwe bidin. Me, îro bi hev re roja azadiyê pîroz kir û em ji tevahiya cîhanê re dibêin, gelê banga azadiyê û demokrasiyê dike, wê bi pêkhate û olên xwe li hember hemû komplo û êrîşan bi hev re be.“  

Endama Desteya Rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Dêrazorê Şehrezad Qasim jî wiha axivî: "Em, cejna Newrozê li we hemûyan pîroz dikin û silavên germ ji bo we bi rê dikin."

Şehrezad wiha domand: "Em vê rojê li rêberê mirovahiyê Rêber Abdullah Ocalan û li dayik û malbatên şehîdan pîroz dikin û hêvî dikin ku ev Newroz bibe newroza azadiya Rêber Abdullah Ocalan û dawiya binpêkirin û dagirkeriyê."

Piştre, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê Sena El Hisên axivî û got: "Newroz, bihara xêrê û hevgirtinê ye. Em, silavên xwe ji bo jinên têkoşer û berxwedêr bi rê dikin."