Cenazeyê şehîd Şervan Kobanê bi merasîmeke girseyî hate veşartin

Cenazeyê fermandarê YAT'ê Şervan Kobanê bi merasîmeke girseyî hate veşartin. Di merasîmê de Rûken Kobanê û Dildar Rojava jî hatin bîranîn.

Ji bo fermandarê Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ên ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Şervan Kobanê (Ebdo Ebdî) ku 15'ê Adarê li Başûrê Kurdistanê di qezaya helîkopterê de tevî 8 hevrêyên xwe şehîd bû, îro li Kobanê merasîmeke girseyî hate lidarxistin.

Merasîm li Goristana Şehîd Dîcle pêk hat û bi hezaran kes tevlî bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan, bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêmê Arîn Kobanê axivî.

Arîn Kobanê soza meşa li ser rêya şehîdan dubare kir û got, "Şervan ji bo avakirina jiyaneke azad bênavber têkoşiya." Arîn Kobanê diyar kir ku şehîd Şervan bi ruhekî fedakar ji Kobanê heta Baxozê bênavber li dijî terorê têkoşiya.

Endamê Desteya Rêveber a MSD'ê Hesen Mihemed Elî piştre axivî û diyar kir ku bi saya berxwedêrên mîna Şervan ji Kobanê heta Baxozê teror hatiye tunekirin.

Hesen Mihemed Elî got, "Ji bo gelê Kurdistanê û Tevgera Azadiyê em komeke leheng oxir dikin ku bi saya berxwedana wan em gihîştin vê astê. Em sîstemekî welatekî ava dikin ku Şehîd Şervan jî yek ji van lehengan bû ku cihê xwe di avakirina wê de digirt. Îro wezîfeke nû li pêşiya me ye. Ew jî avakirina jiyaneke demokrat û paşerojeke azad ji bo tevahî gel an e ku bibe modeleke Sûriyeya paşerojê."

Ji Rêveberiya Meclîsa Leşkerî Mehmûd Dêmo jî diyar kir ku Şervan di temenê xwe yê biçûk de xwe deyndarê welat didît û got, "Ji ber ku dizanî bû ev dijminê ku welat dagir kiriye, koletiyê ferz dike. Şervan jî ji bo van desthilatdaran têk bibe rêya berxwedaniyê şopand. Ji bo em bighêjin Sûriyeyeke Demokratîk, Şervan tevlî bû û ji bo ku jiyana azad ava bike, ji Kobanê heta Baxozê di hemû pêngavan de cih girt. Soz dabû ku gelê Kobanê heta dilopa dawiyê şer bike."

Li ser Navê Malbata Şehîd Şervan Kobanê Fewziyê Ebdî axivî û got, ew ê rêya Şehîd Şervan bişopînin heta azadiyê û ala berxwedanê bilind bikin. Fewziyê Ebdî got, "Şervan xwen û xeyalên azad ji bo welatekî azad di mejiyê xwe de ava kir. Ji bo ku van xeyalan pêk bîne di hemû pêngavên li dijî DAÎŞ'ê de şer kir."

Piştre wesîqeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hat kirin. Cenazeyê şehîd Şervan bi dirûşmeyan hate veşartin.

Her wiha Şehîd Rûken Kobanê û Dildar Rojava ku di demên cuda de şehîd bûn, hatin bîranîn.