Newroza Reqa: Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan em ê berxwedanê mezin bikin

Di Newroza Reqayê de hate destnîşankirin ku ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşînê mezin bikin.

Meclîsa Sivîl a Reqayê şahiya Newrozê li Qada Fakulteya Çandiniyê ya berê ya li Çerxerêya Firosiyê ya li aliyê bakurê rojavayê Reqayê, li dar xist.

Di şahiyê de hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Hêvîn Îsmaîl axivî û got: "Em rehmetê ji bo şehîdên di oxira pêkanîna projeya neteweya demokratîk de canê xwe daye, dixwazin. Ne ji wan şehîdan bûya em îro nedigihaştin vê qonaxa dîrokî. Vî gelî mezintirîn terora li cîhanê ya bi nûnertiya DAIŞ′ê têk bir."

Hêvîn wiha domand: "Em vê boneyê li rêberê neteweyî Abdullah Ocalan ku beriya 50 salî tevî hevalên xwe yên li Bakurê Kurdistanê têkoşîn meşandiye, pîroz dikin. Her wiha li gelê xwe yê Kurd, gelê berxwedêr ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî pîroz dikin."

Hêvîn Îsmaîl got ew ê têkoşînê bidomînin û wiha pê de çû: "Em soz didin ku em ê Newroza îsal bikin destpêka qonaxa nû ya têkoşîn û berxwedanê heta gihandina Sûriyeyê ber bi civakeke yekgirtî, demokratîk û nenavendî. Da ku mafên hemû pêkhate, ol û etnîkan li ser bingeha edalet û wekheviyê bên misogerkirin."

Hêvîn got: "Gel û hêzên me îsal berxwedaneke bêhempa raber kir. Em vê boneyê li QSD, YPJ, YPG′ê û malbatên şehîdan pîroz dikin. Newroz her tim sembola bihar, şahî, têkoşîn û navnîşana têkoşîna li dijî zilm û bindestiyê ye, da ku gel mafên xwe bi dest bixin.”

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Sewsen El Xelef jî Newroz li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir, her wiha silav û pîrozbahî ji gelên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî re şandin û got: "Meşaleya azadiyê ku di dirêjahiya dîrokê hatiye pêxistin me li hev kom dike. Nîşaneya vê jî kombûna tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku Newrozê pîroz bikin. Da ku tevahî cîhan bizane ku ev gel hevgirtî ye û di berxwedan û têkoşînê de heta ku Newroza 2023′yan bibe cejna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dewam dikin."

Sewsen ev tişt anî ziman: "Bi vîna gelên herêmê, bi vîna rêveberî û bi serkêşiya projeya neweteya demokratîk em ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin. Ji ber ku hemû fedekariyan heta niha hatine dayîn têra serkeftina projeya me dikin."

Sewsen diyar kir ku wê ev yek bi vîna jinan misoger bibe û got: "Em ê parastina destkeftiyên bi saya şehîdan pêk hatine, biparêzin û bi hemû hêza xwe hewl bidin ku Newroza li tevahî Sûriyeyê were giştîkirin. Ji lew re divê em bi hemû hêza xwe hewl bidin azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk bê."

Şahiya Newrozê bi stranên komên ji Reqayê dewam dike.