QSD’ê di salvegera Baxozê de daxuyanî da: Gefên DAÎŞ’ê didomin

Fermandariya Giştî ya QSD’ê di salvegera 4’emîn a ku li Baxozê hebûna çeteyên DAÎŞ’ê hate qedandin daxuyanî da û diyar kir gefên çeteyên DAÎŞ’ê didome.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi boneya salvegera 4’emîn a tunekirina DAIŞ’ê li Baxozê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Îro (23`yê Adarê) salvegera 4`emîn a tunekirina rêxistina terorîst DAIŞ’ê li cihê wî yê herî dawî bajarokê Baxozê ye ku piştî berxwedaneke dîrokî ya hêzên me û gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî pêk hat û li Baxozê dawî li rêxistina terorîst hat anîn. Bi vê yekê gelê me ji xetereya herî mezin a li ser jiyan û siberoja wê, hat rizgarkirin.”

Di dewama daxuyaniyê de şehîdên pêngavên tunekirina DAIŞ’ê hatin bibîranîn û wiha dom kir: “Em berxwedana lehengên ku li ser erdê li ber xwe dane, berxwedana gelê herêmê ku her gavê di têkoşîna li dijî terorê de li pişta hêzên xwe yên leşkerî û ewlekariyê sekiniye da ku ev serkeftin pêk were, silav dikin.”

Berfirehiya daxuyaniyê wisa ye

HÊZÊN ME NÊZIKATIYEKE EXLAQÎ Û MIROVÎ NÎŞAN DAN

“Berxwedana ku hêzên me li dijî rêxistina terorîst DAIŞ`ê raber kiriye, tevahî cîhan mat kir. Nexasim berxwedana li Baxozê, ku rêxistina terorîst hemû hêza xwe ya leşkerî û endamên xwe yên terorîst xistin wî şerî, ji ber ku wî jî dizanî ku şerê wî yê dawîn e. Ji lew re tevahî cureyên terora xwe di hemû astan de di wî şerî de bi kar anîn û ji bo xilaskirina xwe sivîl wek mertalên zindî bi kar anîn. Lê belê hêzên me nêzîkatiyeke exlaqî û mirovî nîşan dan û li gorî pîvanên şer û pevçûnan li gorî qanûn û urfên navneteweyî tevgeriyan. Hêzên me ji bo serbestberdana sivîlan û xweradestkirinê, gelek derfet da wan. Di wê çarçoveyê de, ji ber wan sedeman, gelek caran agirbest ragihand. Piştî wê yekê karwanên sivîlan ber bi hêzên me ve hatin, bi hezaran endamên rêxistina terorîst jî xwe radest kirin.

Girîngiya şerê Baxozê jî ji vê tê, xeleka dawîn a şerê tunekirina qaşo ‘dewleta DAIŞ`ê’ bû. Ne ji fedakariya şervanên me bûya, ew serkeftin pêk nedihat.

HÊZÊN ME JI DÊVILA CÎHANÊ ŞER KIR

Bê guman, tunekirina rêxistina terorîst li Baxozê di aliyê cografî û leşkerî de, jiyana bi milyonan mirovên li herêmên û cîhanê ji gefên domdar ên DAIŞ’ê rizgar kir. Hêzên me ji dêvla tevahî cîhanê şer kir, ew erka xwe ya mirovî pêk anî û bi serkeftinê tacîdar kir. Nexasim piştî ku DAIŞ veguherî amûreke kuştin û qetilkirinê û her herêmek ku dagir dikir, vediguhest gola xwînê û hemû sedemên jiyanê tê de tune dikir.

Ev rêxistina terorîst hê jî li ser herêmên me û cîhanê, bi taybet bi rêya şaneyên xwe yên terorîst xetereyê çêdike. Ew hewl dide ku xeyalên xwe û serweriya xwe li hin herêman ji nû ve vegerîne û xetereyê li ser jiyana mirovan çêbike. Êrişên dawîn ên wan şaneyan li dijî Kampa Holê, Reqa, beriya wê jî li dijî Girtîgeha Sînaa ya Hesekê, hemû piştrast dikin ku hîna xetere heye. Ji lew re, divê civaka navneteweyî, bi taybet Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî terorê, hevkariyek zêdetir nîşan bidin û li li gorî asta xeteriya terorê û ji bo ziwakirina çavkaniyên rêxistinê û hawîrdora pê re dibe alîkar, piştevaniya leşkerî û koordîneya ewlehiyê zêdetir bikin.

Asta performansa şerê meydanî yê ku hêzên me di hemû cengên têkbirina rêxistinê nîşan daye de, çalakbûn û wêrekiyê wan îsbat dike. Çalakbûn û wêrekî hêmanên bingehîn ên pêkanîna serkeftinê ye. Cîhanê tevde vê dizanî. Careke din em diyar dikin ku ji bo têkbirina mayînde ya rêxistina terorî xebateke hevbeş a navneteweyî lazim e. Divê pirsgirêka endamên DAIŞ’ê yên di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de were çareserkirin. Divê her dewletek welatiyên xwe yên di nava DAIŞ’ê de werbigirin. Hinek dewlet girîngiyê nadin vê pirsgirêkê. Ev pirsgirêkek e li ser hêzên me û Rêveberiya Xweser bi taybet di aliyê ewlehiyê de barekî giran e. Di heman demê de endamên wan ên di kampan de mîna bombeyekê ne, dibe di demekê de biteqe. Me ev yek di havîna borî de, an ku di zêdebûna kiryarên qetilkirin û hewldanên revandinê de dîtin. Em dibînin ku avakirina dadgeheke navneteweyî li herêmên û darizandina wan endaman di vê dadgehê de dibe ku xetereya  wan endaman kêm bike û bondora xwe li çalakiyên şaneyan ên li hundir û derve bike.

DIVÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ BAŞ WERE KIRIN

Di vê wesîleya pir girîng de, em dibînin ku ji bo têkoşîna dijî terorê bi awayekî baş bi rêve biçe û ji bo ku em karibin rêxistinê bi temamî tune bidin, divê civata navneteweyî rola xwe bi cih bîne, zextê li hin dewletên herêmî, di serî de dewleta Tirk a dagirker bikin ên ku destekê didin rêxistina DAIŞ’ê da ku bimîne, rêfa xwe ji nû ve saz bike û belav bibe. Herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, ji Efrîn û Idlibê, heta herêmên Bab, Cerablus, Serêkaniyê û Girê Spî ji şaneyên DAIŞ û fermandarên wê yên terorîst re bûne cihên ewle. Hêzên me demên beriya niha mikurhatinên endam û fermandarên payebilind ên rêxistina terorîst parve dikin. Di mikurhatinan de piştrast kirin ku ew ferman perspekftîf û destekê ji wan herêman werdigirin. Îsbatên vê yekê ew e ku hemû serçete li herêmên di bin dagirkeriya Tirk de hatine kuştin. Ev yek jî diyar dike ku destê dewleta Tirk di jinûve zindîkirina rihê rêxistinê de heye. Ev gav hewldanên hêzên me yên têkbirina şaneyên wê yên veşartî û betalkirina bandora îdeolojiya tundraw lawaz dikin. Girîng e ku civata navneteweyî desteka jinûve avakirin tiştên ku ji ber tororê wêran bûne, zêde bike, xebatên xwe yên di qadên tenduristî, avakirina binsazî, perwerde û qadên din de û li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berfireh bike. Bi teqez xebatên bi vî rengî wê lez bide tunekirina mayînde ya rêxistina terorîst.

Careke din em serkeftina li Baxozê li şehîdên xwe û tevahî pêkhateyên gelê me pîroz dikin. Em bang dikin ku divê tevahî xebatên ji bo tunekirina şaneyên rêxistina terorîst û jiholê rakirina fikirê wê dewam bike, da ku cîhan ji bela û terora wan rizgar bikin û da ku ewlehî û aştî li herêmên me û cîhanê mîsoger bibin.”