Li Şehbayê ji bo şehîdên Newrozê şîn hate danîn
Li navçeya Ehdas ya Şehbayê bi sedan kes kom bûn û ji bo şehîdên Newroza Cindirîsê şînê hate danîn.
Li navçeya Ehdas ya Şehbayê bi sedan kes kom bûn û ji bo şehîdên Newroza Cindirîsê şînê hate danîn.
Di 20'ê Adara 2023’an di şeva Newrozê de li navçeya Cindirêsê ya ku hatiye dagirkirin, 4 kesên ji malbata Pêşmerg dema ku xwestin agirê Newrozê pê bixin, ji aliyê çekdarên komên Şerqiyê hatin qetilkirin.
Malbatên şehîdan û gel îro navçeya Ehdasê ya Şehbayê kom bûn û ji bo şehîdên Newrozê merasîmek hate lidarxistin.
Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtina li ser rihê şehîdan dest pê kir û piştî wê endamên sazî û meclîsan axivîn. Li ser navê rêveberiya kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Neso û li ser navê rêveberiya Kongra Star Alîf Şêx Mihemed axivîn di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîdan re xwestin.
Mihemed Neso di axaftina xwe de da diyarkirin ku ji ber ku xwestina agirê şeva Newrozê pê bixin, gel hatiye qetilkirin û got “Newroz ji bo gelê Kurd pîroz e û sembola aşitî û berdewamiya şoreşa gel e. Bi vê êrîşê re tê xwestin derbê li gelê Kurd bixin.”