Gelê Cindirêsê ji bo şehîdên Newrozê kom bûn

Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê dema ku gel agirê Newrozê pê xist, çeteyan êrîş kiribûn û 4 kes qetil kiribûn. Ji bo wergirtina cenazeyan bi hezaran kes kom bûn.

Şevê din li navçeya Cindirêsê çeteyên ‘Ehrar Şerqiyê’ yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, gule li pîrozbahiya Newrozê reşandibûn. Di vê komkujiyê de 4 welatiyên ji malbata ‘Pêşmerg’ a ji gundê Hêkiçê ya navçeya Şiyê şehîd bûn. Hate diyarkirin di êrîşê de Ferhan El Dîn Mihemed Osman (43), Nezmî Osman (38), Mihemed Fereh El Dîn Osman (18), Mihemed Mihemed Osman (42) şehîd bûne.

Piştî komkujiyê malbatên şehîdan û bi sedan kes ji bo wergirtina cenazeyan çûn pêşiya nexweşxaneya leşkerî ya ku dewleta Tirk li navenda Efrînê çêkiriye. Malbatan cenaze wergirtin û derbasî bajaroka Atme ya Îdlîbê ya ku nêzî Cindirêsê ye bûn.

Tê payîn wê cenazeyan bibin Cindirêsê. Bi hezaran kes ji bo tevlî merasîma cenaze bibin, kom bûn.

Bi hezaran kes sloganên ‘Şehîd namirin’ berz dikin û hate ragihandin ji gund û navçeyên Efrînê gel ji bo tevlî merasîma veşartina cenazeyan bibin, ber bi Cindirêsê ketine rê.

Li cihê ku gel kom bûye, agirê Newrozê jî hate vêxistin.