Ji bo şehîdên Qetlîama Cindirêsê konê sersaxiyê hat danîn
Li Efrînê û Şehbayê, bi sedan kes çûn serdana konê sersaxiyê ji bo şehîdên Qetlîama Cindirêsê hat danîn.
Li Efrînê û Şehbayê, bi sedan kes çûn serdana konê sersaxiyê ji bo şehîdên Qetlîama Cindirêsê hat danîn.
Merasîma sersaxiyê li qada Jîn a navçeya Ehdasê ya Kantona Şehbayê li dar ket. Endamê Meclîsa Qanûnsaz a Rêveberiya Xweser a kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Naso axivî û sersaxî da xizmên her 4 şehîdan.
Naso destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker 5 sal in ku li Efrîna dagirkirî berdewam in û wiha domand: “Bi van sûcan armanc dikin ku dîroka kantonê tune bikin, ji ber wê şerê taybet li dijî herêmê dimeşînin; çi bi rêya kuştin, revandin û destavêtinê. Her wiha bac li şêniyan ferz dikin û şêniyan ditirsînin.”
Naso diyar kir ku ji ber ku Cejna Newrozê ji bo gelê Kurd cejneke pîroz e, îstixbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ev qetlîam pêk anî. Naso, wiha got: “Serhildana li Cindirêsê, li dijî zilm û zordestiyê ye ku ji 50 salan ve li dijî gelê Kurd pêk tê. Ew şehîdbûn, çirûska rastîn e li hember dagirkeriyê ku hewil dide gelê Kurd qir bike.”
Endama rêveberiya Kongra Star a kantona Efrîn û Şehbayê Elîf Şêxmihemed jî got: “Jinan li Cindirêsê destnîşan kir ku vîna jinan û ya gelê Kurd ji plan û siyasetên wan mezintir e.”
Elîf diyar kir ku jinên Kurd li hember dagirkeriyê serî hilda û bi dengekê bilind got: “Gelê Kurd namire.“ Elîf, soza şopandina rêya berxwedanê da û anî ziman ku wê Cindirês ji bo zilm û zordestiyê bibe gor.
Dotmama şehîdan Erîfe Mihemed Osman di merasîmê de axivî û got: “Ji ber ku em malbateke welatparêz in û zilmê qebûl nakin. Malbata min jî ji sûcên dagirkeriyê û çeteyên wê nefilitî, ji ber ku dixwazin wan bitirsînin û ji kantonê derxin.”
Di şeva Newrozê de, şehîdan agirê Newrozê dada. Bi dûv re komeke çeteyan êrîşê wan kir. Li ber çavên civata navneteweyî 4 kes ji malbata min şehîd xistin. 5 sal in ku civata navneteweyî sûcên li dijî herêmê tên kirin paşguh dike.”
Di dawiyê de Erîfe Osman bang kir ku hesab ji dewleta Tirk û çeteyên wê were pirsîn û tola şehîdan bê hilanîn.
Gel, ber bi çerxerêya navçeya Ehdas meşiya da ku cenazeyê şervana YAT`ê Rojeng Rifet werbigire ku wê li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê veşêrin.