Êrîşên dagirkeriyê li Eyn Îsayê hatin şermezarkirin

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, li Eyn Îsayê bi sedan kes meşiyan.

Xelkê navçeyê û gundewarên wê li pêşiya Mizgefta Mezin a li navçeyê li hev kom bû û heta Xaçerêya Şehîd Cûdî meşiya.

Di çalakiyê de ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin, endamê Rêxistina Diyanetê ya Navçeyê Şêx Mihemed El Hemîdî axivî û êrîş şermezar kir.

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Bêrîvan Îsmaîl jî destnîşan kir ku li dijî êrîşan ji bilî berxwedanê rêyeke din nîne.

Ji rûspiyên eşîra Tey Şêx Alî El Alî jî berxwedana şêniyên Eyn Îsayê û QSD'ê silav kir û bang li rûspiyên herêmê ku piştgiriyê bidin vê berxwedanê.