Xelkê Efrîn û Şehbayê li dijî dewleta Tirk daket qadan
Xelkê Efrîn û Şehbayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daket kolanan.
Xelkê Efrîn û Şehbayê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker daket kolanan.
Bi sedan şêniyên Efrînê û Şehbayê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin.
Meş ji nava navçeya Til Rifetê destpê kir. Di meşê de wêneyên zarokên Efrînê ên şehîd bûne hatin hildan.
Meşvan heya Çerxerêya Zeytûn a nevçeya Til Rifet meşiyan. Li wir endama meclîsa Til Rifetê Henîf Sîdo axivî. Sîdo êrîşên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişan şermezar kir.
Her wiha endama Kongra Star a navçeya Til Rifet Eyşe Şêx Fayîq wiha got: "Em tu carî dest ji berxwedana xwe bernadin. Em zarokên vê axê ne. Em ê her tim li qadan bin.”