Cenazeyê şervanê QSD’ê Dilsoz Degirman li Kobanê hate veşartin

Li Kobanê bi merasîmeke girseyî cenazeyê şervanê QSD’ê Dilsoz Degirman hate veşartin.

Şêniyên kantona Firatê şehîd Dilsoz Degirman (Mehmûd Mistefa) li Goristana Şehîd Dîcle spart axê.

Di merasîmê de hevseroka Desteya Rêveberiya Herêmî ya Kantona Firatê Felek Yusif axivî û fedakariyên şêniyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina hebûn, ewlehî û îstiqrara li herêmên xwe de silav kir.

Felek soz da ku têkoşîna li hember êrîşên dewleta Tirk mezin bikin û dem dema têkoşînê û berxwedanê ye.

Her wiha ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li kantona Firatê Zana Belek axivî û destnîşan kir ku berxwedana xelkê herêmê li hember êrîşan berdewam e.

Zana Belek wiha domand: "Bila dewleta Tirk bizane ku herêm ne wekî berê ye. Yên wê diparêzin hene. Gelê wê berxwedan û fikrê azad ji xwe re kiriye bingeh û wê li ser vê rêyê bigihêje ewlehiyê. Em ji tiştekî natirsin, ne ji balafiran û ne jî ji dengê fîşekan. Serkeftin dê para me be û em ê dagirkeran ji axa xwe ya dagirkirî derxin mîna ku me çeteyên DAÎŞ’ê derxistin."

Bi navê malbata şehîd Hîla Elî axivî û soz da ku têkoşînê berdewam bikin heta ku armancên şehîdan pêk bînin.

Piştre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiyê de girseya gel cenazeyê şehîd spart axê.