BI DÎMEN

Li Tirbespiyê nêzî 120 hezar kes bê elektrîk û bê av man

Alîkarê Hevserokên Meclîsa Navçeya Tirbespiyê Mizgîn Lezgîn anî ziman ku 120 hezar şêniyên navçeyê ji ber êrîşa dewleta Tirk a dagirker bê elektrîk û bê av mane.

Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Tirbespiyê li bajarokê Maşûkê 45 gund, li bajarokê Hîlwayê 23 gund, li bajarokê Ebû Ferahê 63 gund, li bajarokê Til Marûfê 45 gund, li gundên Beyazê Biçûk-Mezın, Gir Şêran, Gir Dahol, Ebû Hecara, Girkê Şamo yên ser bi navçeyê; bi giştî 182 gund bê elektrîk û bê av man. Li taxên ku jeneratorên mezin lê hene jî rojê tenê bi 5 saetan elektrîk dikare bê dayin. Ji ber ku êrîş li ser navenda gazê ya bingehîn a Tirbespiyê hate kirin li navçeyê sotemenî li ber qedandinê ye.

Li Tirbespiyê û gundên wê 120 hezar kes bê elektrîk û bê av mane. Ji ber nebûna mazotê jî tê texmînkirin ku jenerator jî piştî demeke kurt bêbandor bimînin. Li navçeya Tirbespiyê 14 hezar û 700 xwendekarên li 150 dibistanan nikarin perwerdeya xwe dewam bikin.

Mizgîn Lezgîn ji gundê Gir Bikêlê yê Tirbespiyê ye. Tevî malbata xwe 20 sal in li navçeya Tirbespiyê ye. Alîkarê Hevserokên Meclîsa Navçeya Tirbespiyê Mizgîn Lezgîn qala zor û zehmetiyên ji ber êrîşan li şêniyên navçe û gundan rû dane, her wih xizmetên meclîsê yên ji bo gel kir.

Lezgîn anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker ji 13'ê Çileyê û vir ve êrîşî binesaziya Tirbespiyê dike û got, "Malbatên li Tirbespiyê di demeke zor û zehmet de ne. Gundên ser bi navçeyê û bajarok bi temamî bê elektrîk û bê av mane. Ji 13'ê Çileyê û vir ve elektrîk û av a me bi temamî qut bûye. Êrîş li ser navendên bingehîn ên elektrîk, petrol û gazê yên li navçeyê hate kirin. Niha gaz nîne, lê belê ji ber ku navenda gazê ya bingehîn hate bombekirin gaza heyî jî li ber qedandinê ye. Binesaziya ku êrîş lê hate kirin ji bo civakê hêja ye; saziyên gel in. Petrol pêşkêşî xizmeta gel dikirin. Elektrîk digihandin gel; nexweşxane û dibistanan. Beriya êrîşên dawî bi 8 saetan elektrîk ji jeneratorê dihate bidestxistin, lê niha tenê 5 saetan bi dest dikeve. Mazot jî li ber qedandinê ye. Lewma di demeke kurt de dibe ku navçe ji 5 saetên elektrîkê jî bêpar bimîne."

ZAROK JI TIRSA NEXWEŞ KETIN

Mizgîn Lezgîn anî ziman ku êrîşan herî zêde bandor li zarokan kir û got, "Li navçeyê gelek zarok nexweş ketin. Êrîşan bandoreke neyînî li zarokên me kir. Hevsengiya wan xera bû. Ji dengekî asayî jî dikevin panîkê. Beriya êrîşê zarokên me li odeyên cuda radizan, lê niha ditirsin ku bi tenê razê û hemû bi hev re radizên. Ne diyar e ku dengî êrîş bê kirin, kengî dengê bombardûmanê bê. Em zarokên xwe dixin hembêza xwe û bi wî rengî dixin xew. Êrîş bisekinin jî gelekî bandor li zarokên me kir. Rojên dawî êdî nikarin biçin dibistanê. Perwerde sekinî ye. Paşeroja zarokên me ji wan disitînin."

Lezgîn diyar kir ku gel sûdê ji bîrên avê werdigire ku berê bi derfetên xwe kola bû û got, "Eger ne ji bîrên avê û xizmetên şaredariya gel be, dilopek av jî bi destê me nakeve. Bêguman ev av jî têra yek ji çar parên navçeyê nake. Hem navçe mezin e hem jî bi sedan gund hene. Şaredariya gel dikare heta astekê xzimetê bike."

MECLÎSA NAVÇEYÊ BI GEL RE YE

Lezgîn ragihand ku weke meclîsa navçeyê ji bo pêçandina birînên gel ew seferber bûne û got, "Di Kanûna 2023an de êrîş li qadên petrolê û santralên elektrîkê hatin kirin. Ji ber vê êrîşê nêzî 20 gundên li aliyê Aliyayê bê elektrîk û bê av man. Beriya hefteyekê kêm jî be me pirsgirêka av û elektrîkê çareser kir, lê belê bi êrîşên dawî re careke din em li serî vegeriyan. Weke meclîs, me bi derfetên xwe pirsgirêka elektrîkê ya li van gundan çareser kir û karîbû rojê sê saetan elektrîkê bidin gundan. Bi vî rengî pêwîstiya avê jî hatibû çareserkirin. Bi derfetên xwe çareserkirina ziyana hate dayin demeke dirêj dewam kir, gundiyan gelekî zehmetî kişandin; lê dîsa di tarîtiyê de man." Lezgîn destnîşan kir ku weke meclîsa navçeyê ew ê li gorî derfetên xwe xizmetê ji gelê xwe re bikin.