QSD: Îdiayên dewleta Tirk ne rast in
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyên dewleta Tirk a dagirker derewand û ragihand ku di êrîşên dagirkeriyê de tu ziyan negihîştiye wan.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) daxuyaniyên dewleta Tirk a dagirker derewand û ragihand ku di êrîşên dagirkeriyê de tu ziyan negihîştiye wan.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê diyar kir ku şervanên wan di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd nebûn û gotinên dewleta Tirk derewand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî îdiayên dewleta Tirk a dagirker ku dibêje şervanên wan di van êrîşan de şehîd bûne, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya Navenda Çapemeniya QSD’ê de ev tişt hatin gotin: “Dewleta Tirk a dagirker îdia kir ku di roja 3’yemîn a êrîşên çeteyan ên li dijî herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hin şervanên me şehîd bûne.
Ev îdia ne rast in. Di êrîşên ku berdewam dikin de tu şervanên me ne birîndar bûn û ne jî şehîd bûn. Êrîş bi giştî li dijî binesaziyê, saziyên xizmetguzariyê, cihên niştecihbûnê û saziyan tên kirin. Dewleta Tirk di nava 3 rojan de bi êrîşên li ser 50 herêman sûcên şer didomîne.
Dîmenên belgekirî yên sûcên şer ku Tirkiye ya dagirker pêk tîne, wêrankirina sîstematîk a saziyên bingehîn ên xizmetguzariyê, her wiha êrişên bi zanebûn ên li dijî hêmanên jiyanê ya bi milyonan mirovan îdiayên dewleta Tirk a dagirker derew derdixe û di heman demê de binkeftina wê nîşan dide."