Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên 13'ê Çileyê li Dêrik û Tirbespiyê destpê kirin, li seranserê Herêma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûye. Stasyona petrolê ya li başûrê Tirbespiyê, stasyona petrolê ya Udê ya li rojhilat û navenda petrolê, strasyona petrolê ya li rojhilatê navçeyê, strasyona petrolê ya Zarba, qada petrolê ya li gundê Xatûnê, stasyona petrolê ya li gundê Girê Berê hatin bombekirin, di encamê de jî 176 gundên ser bi bajarokên navçeyê bê elektrîk û bê av man.
Asya Cûma ji gundê Til Can ê Tirbespiyê ye. Zêdeyî 40 sal in li navenda navçeya Tirbespiyê tevî 8 xwişk û bira, xwarziyên xwe yên 10, 12 û 6 salî dimîne. Asya Cûma anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk 11 sal in bi rê û rêbazên cuda bênavber dewam dikin û got, "Armanca wan koçberkirina gel e, valakirina herêmê ye. Êrîş her roj hîn giran kirin, lê belê nekarî gel ji herêmê derxînin. Ji meha 11'an a sala 2023'an û vir ve dewleta Tirk êrîşên xwe hîn giran kiriye. Li binesaziyê xist û şerekî qirêj meşand. Santralên elektrîkê, stasyonên petrolê, stargeh û embarên zad hatin bombekirin. Bi têkbirina aboriyê re xwestin ku gel warê xwe biterikîne. Pêwîstiyên rojane yên gel hatin tunekirin. Li gel malbata min, xelkê Rojava bi temamî kete bin bandora van êrîşan. Lê belê gel li qadan, li dijî êrîşên dagirkeriyê serî natewîne; bi biryar e ku xaka xwe biparêze."
JI ÇAR PARÊN GEL SÊ PAR BÊ MAZOT MA
Asya Cûma ragihand ku li navçeya Tirbespiyê û gundên wê elektrîk nemaye û got, "Ji bo jiyan dewam dike, elektrîk şert e. Li her malekê mirovekî nexweş heye. Nexweşiyên astim, bronşîk, gurçikê li herêmê zêde ne. Cîhazên biçûk ên li malan têne bikaranîn, bê elektrîk wê çawa bêne bikaranîn? Pêwîstî bi oksîjenê heye, lê belê ji ber ku êrîşî navenda oksîjenê kirin, nikare xizmetê bike. Dewleta Tirk ne tenê carekê bi dehan caran êrîşî navendên elektrîk û petrolê yên li Tirbespiyê kir, ku têk bibe. Niha li Tirbespiyê santrala elektrîkê bi temamî têk çûye. Xelkê Tirbespiyê di tarîtiyê de ye. Eger mazot biqede, jeneratorên ku rojê 5 saetan elektrîkê dide wê bisekine. Malbatek ku extiyar, nexweş û zarok lê hene bê elektrîk wê çawa jiyana xwe dewam bike?
Bi zivistanê re pêwîstiya her malbatê bi germkirinê heye. Li herêmê sobeya mazotê tê bikaranîn; ji ber ku êrîş li navendên sotemeniyê hate kirin mazota li malbatan jî hindik maye biqede. Mazot li ber qedandinê ye. Niha ji çar paran sê parên nvaçeyê bê mazot maye, sobe nikare bê germkirin. Malbat di zivistanê de wê çawa bê mazot pêwîstiyên xwe pêk bîne? Li gel ambargoya li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herêmê bi derfetên xwe pêwîstiyên xwe pêk dianî, ji bo gel bi aramî bijî Rêveberiya Xweser derfetên xwe seferber kiribû, lê belê bi van êrîşan re rewş hîn xerab dibe."
ZAROK DIBIN QURBANÊ ŞER
Asya Cûma anî ziman ku êrîş bandora herî giran li zarok û extiyaran dike û got, "Dewleta Tirk dixwaze aramiyê têk bibe. Xwarziyekî min ê 6 salî heye, navê wî Gelhat e. Mirovên bi temen dikarin di tarîtiyê de razên, lê belê piraniya zarokan bi şev nikarin razên, di tarîtiyê de ditirsin. Ji dengê teqînan ditirsin, diqîrin, nikarin bi rehetî razên. Ne tenê Gelhat, xwarziyên min ên din ên 10 û 12 jî nikarin bi rehetî razên. Di her bombardûmanê de derî, paceyên mala me dihejin. Zarok ji ber êrîşan ne rehet in. Elektrîk nîne, dixwazin li televîzyonê temaşe bikin. Zarok e, fêhm nake. Vê carê ji dayik û bavê xwe dixeyidin. Elektrîk nîne, tu dibêje wê neyê, dipirse ku çima. Di temenê zarokatiyê de tu jê re qala şer bike, zarok e ji bîr dike, fêhm nake, dîsa dipirse."
ŞAREDARIYA GEL PÊWÎSTIYA AVÊ PÊK TÎNE
Asya Cûma diyar kir ku ji ber elektrîkê av jî qut bû û got, "Elektrîk nîne. Em nikarin avê germ bikin. Ji xwe ji ber elektrîkê ava me jî naherike. Şaredariya Gel bi tankeran avê digihîne malan. Av tenê ji bo banyo, xwarin, şuştina kincan tê bikaranîn. Eger elektrîk bê ser jeneratorê û ji bîrê av bê kişandin, hingî pêwîstiyên malê dikarin bi cih bêne anîn. Hêza jeneratorê jî têra wê nake, gelek caran em nikarin paqijiyê bikin. Gel bi biryar e ku warê xwe neterikîne. Heta ku dilopeke bi tenê ya xwîna zarokên me neherike, xisara madî ne girîng e.
Gelê me bi têkoşîna li dijî zehmetiyan gihîşt vê astê. Çiqasî êrîş dikin bila bikin em ê dest ji warê xwe bernedin û nebin hewcedarê kesî. Hêviya me hêzên cuda, welatên cuda nîne. Ji xwe ji ber ku em koletiyê red dikin ewqasî êrîş dikin. Em ê ti carî koletiyê qebûl nekin, em ê heta dawiyê li ber xwe bidin."