Cenazeyê şervanê QSD’ê Serhed Hesekê hate veşartin

Li Hesekê cenazeyê şervanê QSD’ê Serhed Hesekê (Ehmed Murad Hisên) ku dema li ser wezîfeya xwe şehîd bû, bi merasîmeke girseyî hate veşartin.

Bi sedan şêniyên bajêr û gundên derdorê, rûspiyên bajêr, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û rojhilatê Sûriyeyê, cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Serhed Hesekê (Ehmed Murad Hisên) li Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawûdiye veşart.

Şehîd Serhed li Hesekê 16’ê Çileya 2024’an dema li ser erka xwe ya leşkerî bû, şehîd bûbû.

Di merasîmê de, endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mistefa Osman axivî û sersaxî da malbata şehîd.

Osman fedakariyên şehîdan di oxira parastina herêmê de kirin, silav kirin û got: "Şehîd Serhed Hesekê, fermandarekî bêhempa bû, mînakê lehengiyê û fedakariyê bû. Jiyana xwe ji bo parastina herêmê borand."

Ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Kantona Cizîrê Şoreş Hesekê jî axivî û îşaret bi rola şehîd Serhed Hesekê ya di nava QSD’ê de kir û got: "Serhed, ji dema tevlî hêzê bûye, bê teredud erkên jê dihatin xwestin pêk dianî."

Şoreş Hesekê soz da ku rêya şehîdan ji bo parastina herêmê û sepandina ewlehiyê berdewam bikin.

Piştre wesîqeya şehadeta şehîd Serhed Hesekê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Piştî wê, girseya gel cenazeyê şehîd li goristanê spart axê.