Dewleta Tirk a dagirker gundên Şehbayê bombebaran kirin

Dewleta Tirk a dagirker gundên Şehba û Efrînê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de li gundê Şeale yê Şehbayê ji malbatekê sê kes birîndar bûn.

Dewleta Tirk a dagirker gundên Şeale, Ayn Deqnê, Bêlûniyê, Minix, Nêrebiyê, Til Anab, Îm el Ebed ên li ser Şehbayê û gundê Şewarqa yê navçeya Şerayê bombebaran kirin.

Di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker de li gundê Şeale yê Şehbayê ji heman malbatê Mihemed Mistefa (50), Emîne Bilêc (45) û Rûslîn Mistefa (16) birîndar bûn. Li gundên din jî zirara madî çêbû.

Dewleta Tirk a dagirker benden hêzên hikûmeta Şamê yên li gundên Soxanekê yê girêdayî navçeya Şêrewa jî topbaran kirin.