Hevserokê Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Kantona Cizîrê Silêman Ereb, têkildarî xebat, rêxistinbûn û sîstema şaredariyan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me ANF’ê ra axivî.
Ereb diyar kir ku, beriya şoreşê hikûmeta Sûriyeyê ji ber bi zîhniyeta neteweperstî û şovenîst nêz dibû, li herêmên Kurdan ti projeyên stratejîk pêş nexistiye û wiha got, “Eger xebatek pêk hatiba jî ew ji ber berjewendiyên wê bûn. Hikumeta Şamê ti carî ji bo pêşxistina herêmê, başkirina rewşa jiyanî ya gel û sererastkirina binesaziya wê, proje bi pêş nexistin. Berovajî wê, bi armanca guhertina demografiyê, rê li ber koçberiya li herêmê vekir û gelê herêmê xizan hişt. Bi destpêkirina şoreşê re di sala 2011'an de li herêmê şerekî gelekî giran hat meşandin. Lê belê hikûmeta Şamê di vî şerî de bi ti awayî xwe ji van herêman berpirsyar nedît û ji herêmê derket. Berxwedaneke mezin ya gel li vê herêmê pêş ket. Wekî din, DAÎŞ'ê zirarek giran da herêmê. DAÎŞ'ê her wiha binesazî û bajarên heyî hilweşand.”
Ereb anî ziman ku di destpêka sala 2012'an de Rêveberiya Xweser an jî Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) biryar da ku tevî civakê şaredariyan ava bike û wiha dewam kir, “Ji ber ku ji ber êrîşan xisareke gelekî giran li herêmê rû dabû. Ji bo pêşwazîkirina pêwîstiyên gel û kêm be jî derbaskirina xisarên pêk hatine, rêxistinbûyîna xebatên şaredariyê destpê kir. Di vê çarçoveyê de di sala 2012'an de ji bo avakirina şaredariyê li Qamişlo bi gel re civîn hatin lidarxistin, nîqaş hatin kirin û di encamê de xebatên şaredariyê hatin destpêkirin. Piştre ev xebat li Amûdê û bajarên din belav bûn. Di sala 2013’an de bi beşdariya hemû endamên bajar, navçe û bajarokên rizgarkirî konferansa şaredariyan hatibû lidar xistin. Piştî konferansê hema hema xebata avakirina şaredariyan berfirehtir bû. Li gel vê xebatê êrîşên DAÎŞ’ê jî dewam dikirin. Pêvajoyek çeteyên DAÎŞ’ê her tim şaredarî dikir hedef. Di sala 2013’yan de çeteyên DAÎŞ’ê êrîşê şaredariya Qamişlo kiribû û 11 hevrêyên me wê demê şehîd bûbûn. Armanc pêşîgirtina xizmeta gel bû.”
Ereb da xuyakirin ku di sala 2015'an de li seranserê Rojava cara yekemîn hilbijartinên şaredariyan pêk hatin û wiha got, “Meclîsên şaredariyê hatin avakirin û hevserokên wan hatin hilbijartin. Di sala 2017'an de hilbijartinên encûmenên gel pêk hatin. Di van hilbijartinan de şaredarî bi awayekî sistematik encûmenên gel bi meclîsê ve girêda. Bi vî rengî hevserok û meclîsên şaredariyan hatin diyarkirin. Bi vî rengî karê me yê şaredariyê dest pê kir û di nava şoreşê de dewam kir. Konferansa yekemîn di sala 2013'an de pêk hat, konferansa duyemîn jî di sala 2016'an de pêk hat. Di van konferansan de sîstemên şaredariyê li ser esasê hin prensîban hatin qebûlkirin û erêkirin. Di çarçoveya vê sîstemê de şaredariyên me xebatên xwe meşandin û di şer, pevçûn û krîzê de rêxistinbûyîna xwe dewam kirin.”
Ereb da zanîn ku di Kanûna 2022'an de şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê konferansa xwe ya 3’yemîn lidar xistin û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Di vê konferansê de 132 şaredarî amade bûn. Li ser xurtkirin û rêxistinbûyîna feraseta şaredariya demokratîk nîqaşên berfireh hatin kirin. Di nava Rêveberiya Xweser de, di çarçoveya projeya neteweya demokratîk de bi taybetî di çarçoveya paradîgmaya Rêber Apo de gelek biryarên girîng hatin standin ku em çawa dikarin li herêmên xwe şaredariyên herêmî bi pêş bixin. Ev biryar ji bo Rêveberiya Xweser û komîteya ku beriya salek û nîv li ser Hevpeymana Civakî kar dikir hat pêşkêş kirin.
Heta niha sendîka nebûn. Ji ber ku sîstema Rêveberiya Xweser bi hev re li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nehat avakirin. Piştî herêm ji DAÎŞ’ê hatin paqijkirin, herêmên me berfireh bûn. Di her herêmekê de rêveberî li gorî taybetmendî û reseniya wê herêmê, li gorî çanda civaka wê herêmê, ango li gorî pêkhateya siyasî û çandî li wir hate avakirin. Li her navçeyekê komîteyên şaredariyê hebûn. Ev komîteyên han li gorî hejmar gel û pêkhateya erdnîgarî li gorî bajar û navçeyan hatin birêxistinkirin. Mînak li herêma Cizîrê du kanton hebûn, kantonên Hesekê û Qamişlo û meclîsa şaredariyê ya herêma Cizîrê hebûn. Di heman demê de Desteya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî hebû. Me xwe bi vî rengî bi rêxistin kir.”
Ereb di berdewamiyê de anî ziman ku bi îlankirina peymana civakî re wê di sîstemên şaredariyê guhertin çêbibin û wiha qal kir, “Di nava Rêveberiya Xweser de, wê qanûnên şaredariyan hebin. Wê rasterast hilbijartinên şaredariyan çêbibin û ev hilbijartin wê ji aliyê gel ve werin kirin. Hevşaredar û meclîsên şaredariyan wê ji aliyê gel ve bên hilbijartin. Ev hilbijartin wê şaredariyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bikin û piştre di nava van şaredariyan de yekîtiyeke şaredariyan an jî sendîkayên şaredariyan bê avakirin. Bi vî rengî wê hemû şaredarî karibin xwe yekser bi rê ve bibin û ti sazî û avabûn wê li ser biryar û xebatên van şaredariyan nebin xwedî bandor û însiyetîf. Bêguman wê têkiliya wan bi sazî û meclîsên Rêveberiya Xweser re hebe. Lê belê mîna berê wê her kes nikaribe li ser şaredariyan biryaran bide.
Her wiha eger di paşerojê de hevpeymanek di navbera rêveberiya xweser û hikumeta Şamê de li seranserî Sûriyeyê pêk were, eger navendek were avakirin, ev navend li Şam, Reqa ango li cihek din bê avakirin, ev navend dê nikaribe rasterast mudexeleya îrade û biryarên şaredariyan bike. Rêveberiya Xweser, di nava Hevpeymana civakî de vê mafî diparêze. Mijarek din parastina ekolojiye di nava pergal û qanûnên şaredariyê de ye. Di rastiyê de yek ji şaxek projeya neteweya demokratîk jî civaka ekolojîk e. Ji bo vê di paşerojê de, projeyên me hene.”
Ereb di dawiyê de diyar kir ku şer bandorek mezin li ser xebata wan dike û wiha got, “Di nava şer de ji bo gel av, elektrîk, xwarin û paqijî ku hewcedariyên herî sereke yên jiyanê ne pêk anîn, gelek girîng e. Şer dewam dike, ligel vê dorpêç jî wisa. Êrîşên dewleta Tirk a dagirker qet ranewestiyan. Ji ber êrîşan me nekarî em gelek projeyên xwe pêk bînin. Bêguman dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn van êrîşan pêk tîne. Armanceke din a van êrîşan jî ew e ku pêşî li xizmetguzariya ji bo gelê li van herêman bê girtin, gel bi zorê dane koçber kirine û Rêveberiya Xweser bêbandor kirine. Weke min di destpêkê de jî anî ziman, tevî şer, êrîşkarî û ambargoyê jî em ê xizmetên xwe yên ji bo jiyana demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bidomînin.”