Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyetê dewam dikin. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara êrîşên dewleta Tirk a ji 12’ê Çileyê û vir ve eşkere kir ku heta niha 73 caran êrîş hatiye kirin.
Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El-Ebid têkildarî van êrîşan ji ANF’ê re axivî û got: “Tirkiye dixwaze bi riya êrîşên xwe yên li ser herêmê hebûna projeya demokratîk a ji bo çareserkirina kirîza Sûriyeyê, bi dawî bike.”
Hemdan El-Ebid diyar kir ku dewleta Tirk hemû rê û rêbazên weke avakirina komên çete, piştgirîdayîna DAÎŞ’ê, qutkirina ava çemê Firatê, aktîfkirina şaneyên razayî û gurkirina şer, bi kar tîne û got ku dewleta Tirk bi balafirên şer û bi topan bênavber êrîşî herêmê dike.
El-Ebid got: “Dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li ser herêmê armanc dike ku DAÎŞ’ê ji nû ve zindî bike. Piştî ku derbeyên giran xwar li hemberî gerîla xwar, berê xwe da sivîlan.
Tirkiye naxwaze projeyek demokratîk li kêleka sînorên wê hebe, ji ber ku projeya rêveberiya xweser tekane proje ye ku dikare krîza Sûriyeyê çareser bike. Dewleta Tirk bi van êrîşên sivîlan hedef digire da ku herêmê ji sivîlan xalî bike.”