BI DÎMEN

'Bi navê Kurdîtiyê tiştek li Efrînê nema ye, Tirkbûn bi darê zorê tê ferzkirin'

Aktîvîst û hiqûqnas Îbrahîm Şêxo diyar kir ku dewleta Tirk bi zorê Tirkbûnê li ser Efrînê ferz dike û got, ji dema dagirkirinê û vir ve zêdetirî 9000 kes hatin revandin.

Aktîvîst û hiqûqnas Îbrahîm Şêxo diyar kir ku Tirkiye bi armanca guhertina demografîk û Efrînê bike herêmeke ji herêmên Tirkiyeyê, êrîşên xwe di 20'ê Çileya 2018'an de da destpêkirin û destnîşan kir ku ger rewşa Efrînê bi vê halê berdewam bike herêmeke Kurdî bi navê Efrîn an jî Kurdax namîne.

Şêxo di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku weke tê zanîn Efrîn di Adara 2018'an de ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê ve hate dagirkirin û wiha got: “Lê berî wê Efrîn bi bajarê aramiyê dihat naskirin û nêzî 900 hezar kes li wir jiyan dikirin. Li kêleka wê, li Efrînê derdora 200 hezar ji xelkê penaber jî yên ji ber şerê Sûriyê berê xwe dane Efrînê û li wir bi cih bûne, jiyan dikirin. Bi wê re Efrîn ji aliyê aborî û ewkekariyê ve pêşketî bû. Di aliyê perwerdehiyê de jî, cara yekem li ser asta Rojavayê Kurdistanê zimanê perwerdê bi giştî bû Kurdî. Ev hemû deskeftî û pêşketin bi xweşa Tirkiyeyê nehat. Efrîn herêmeke Kurdan û Kurdistanî ye û rêjeya Kurdan tê de derdora %97 e."

'DI NAV 6 SALAN DE 6000 KES HATİN REVANDİN'

Şêxo bal kişand ser kiryarên li Efrînê û revandina xelkê wê ya resen û wiha got, "Berî êrîşên 20’ê Çileya 2018'an Serokkomarê Tirkiyeyê, Erdogan dida diyarkirin ku rêjeya Kurdan li Efrînê ji sedî 35 e. Bi wê re me armanca wî ya koçberkirina xelkê Efrînê ya resen fêm kir. Roja 18'ê Adarê weke rûpeleke nû ya reş ji bo herêma Efrînê bû. Di wê demê de rojnamevanekî Ereb ku yek ji peneberên Sûrî bû ew roj weke roja ketina kûliyan pênase kir. Ew jî ji ber talan û dizînên ku li Efrînê dihatin kirin. Wî rojnamevanî diyar dikir ku ‘dema dît artêşa Tirkiyeyê û hêzên çekdar yên girêdayî wê derbasî Efrîn û gundê derdora wê dibûn bi rengekî nenormal dikan, mal û milkên xelkê didiziyan’. Di wan deman de şopandina me jî hebû, Efrîn her tim di teqîn, dizîn, kuştin û revandinan re derbas dibû. Di nav 6 salên dagirkirinê de zêdertirî 9000 kes hatin revandin ku di nav de zêdetirî 2000 jin in û çarenûsa 3000 kesan jî ne diyar e."

'GUHERTINA DEMOGRAFÎ DI LÛTKEYA XWE YA HERÎ JOR DE YE'

Îbrahîm Şêxo qala pêvejoya guhertina demografîk a dagirkeriya Tirkiyeyê bi ser Efrînê ve dide meşandin û got, " Erdogan berî êrîşî Efrînê bike digot "Rêjeya Kurdan li Efrînê ji sedî 35 e. Piştî dagirkirina Efrînê xwest wê rêjeyeyê pêk bîne û xelkê Efrînê yê resen bide koçberkirin. Di nav bajarê Rojavayê Kurdistanê de tenê Efrîn rêjeya Kurdan ji sedî 97 bû, ji ber wê xwest guhertinekê deomgrafîk pêk bîne. Bi wê re di 2018'an de dest bi ferzkirina zimanê Tirkî li Efrînê kir. Wêne û alên Tirkiyeyê li her derê daliqandin, çanda Efrînê ya Kurdî heya astekê qedexekirin û bi her rengî xwest guhertineke kokî li herêmê pêk bîne. Di dema erdheja 6'ê Sibatê de rojnamevanek dida xuyakirin ku Efrîn ti rengekî Kurdî lê diyar nake û mirov hîs dike ku li kolanên Efganistanê dimeşe. Hemû jin cilên reş li xwe kirine û di nav de kesên biyanî jî hene. Ruxmî zor û zehmetiyên ku li hemberî xelkê resen tê kirin dîsa jî xelkê Efrînê yên li Efrînê jiyan dikin cil û bergên xwe yên resen lixwe dikin. Hin çekdarên girêdayî dagirkeriya Tirkiyeyê li pêşiya dibistanên keçikan ên li Efrînê disekinin û keçikên ku cil û bergên nereş lixwe kirine gotinên nebaş bi wan re dikin, bi wê re keçik mecbûr dibîmînin ku wan cil û bergan lixwe bikin."

'RÊJEYA EREBAN LI EFRÎNÊ BÛYE JI SEDÎ 77'

Aktîvîst Îbrahîm Şêxo di berdewamiya axaftina xwe de wiha got, "Em hemû dizanin yek ji armancên sereke ya Tirkiyeyê ji bo dagirkrina Efrînê, guhertina demografîk bû. Ji ber wê berî dagirkirina Efrînê sedî 97 xelkê Efrînê Kurd bûn, her wiha ji sedî 2 Ereb bûn, derdora 25 malbatên Ermenî li Efrînê jiyan dikirin û nêzî 1000 kes Xiristyan bûn. Her wiha malên Elewiyan û Êzidiyan jî hebûn. Yanî em dikarin bêjin ku di dema Rêveberiya Xweser de parastina hemû ol û baweriyan li Efrînê dihate kirin. Lê piştî dagirkirinê, navendên Êzidiyan bi balafirên şer hatin bombebarankirin û bi temamî hatin rûxandin, malên Elewiyan talan kirin, dêra Xiristiyanan jî hat talankirin. Ji ber wê dema ku zêdetirî 300 hezar kes ji xelkê Efrînê yên resen hatin koçberkirin rêjeya Kurdan derdora sedî 23 li Efrînê man. Her wiha ji aliyê hinek çalakvanên Efrînî ve hin bîlanço hatin çêkirin û diyar kirin ku hejmara xelkê Efrînê yên resen derdora 193 hezar kes e. Kêleka wê jî nêzî 647 hezar kes ji Erebên hawirdor û Tirkmenan li Efrînê bi cih bûn. Di berdewamiya pêvajoyan guhertina demografîk de dagirkeriya Tirkiyeyê navê kolan û qadên Efrînê jî guhertin,  weke qada azadî navê wê kirin qada Atatûrk. Her wiha çarxerêya niştimanî guhertin û xistin çarxerêya Şaxê Zeytûnê, li kêleka wê jî Peykerê Kawayê Hesinkar hilweşandin.

Zimanên Tirkî û Erebî bûn zimanên fermî li Efrînê û zimanê Kurdî hate piştguhkirin. Kopaniya telefonên Sûrî ‘MTN û Syriatel’ hatin rakirin û li şûna wê Turkcell hate bikaranîn. Di aliyê pereyan de jî Lîreya Sûrî hat qedexekirin û li şûna wê lîreya Tirkî hat bikaranîn. Deriya Sînorî ya gundê Hemamê ya navçeya Cindirêsê bi awayekî fermî vekirin û hemû talan û dizî di wê deriyê re derbasî Tirkiyeyê dikirin. Ji ber ku xwezaya Efrînê nêzî xwezaya Hatayî ye Tirkiyeyê wê şibhandinê li gorî berjewandiyê xwe bikar tîne da ku Efrînê bike herêmekî Tirkî weke Hatayî. Ger em behsa asta guhertina demografîk bikin, em dikarin bêjin ku, asta guhertina demografîk li Efrînê ji her derê di nav herêmên dagirkirî de zêdetir e. Piştî 6 salan ji dagirkeriya li Efrînê navendek a çand û huner bi navê Yunus Emre hat vekirin. Di şahiya vekirina wê navendê de dan xuyakirin ku Efrîn ji dîrokê ve bajarê Kurd, Ereb û Tirkan bû. Lê weke em dizanin ti hebûneke Tirkan ji dîrokê ve li Efrînê tunebû. Ji ber wê dixwazin bi riya wê navendê bi xelkê li wir bidin bawerkirin ku Tirk jî li Efrînê hebûn. Tirkiye dixwaze siyaseta ku li Kerkûkê daye meşandin li Efrînê jî pêk bîne."

'ZÊDETIRÎ 35 NIŞTECIH LI EFRÎN HATINE AVAKIRIN'

Îbrahîm Şêxo derbarê avakirina niştecihan an jî malên mêtîgeriyê yên li Efrînê wiha got, "Bi dagirkirina Efrînê re gelek xelkên girêdayî çeteyên dewleta Tirk berê xwe dan Efrînê. Bi wê re sedan Kamp nerêxistî û belave hatin avakirin. Mirov tenê li navenda bajara Efrînê meyze bike wê bibîne bi hezeran kon hatine vedan heya ku daristana taxa Mehmûdiyê ya Efrînê bi giştî hate birîn û li şûna wê çadir hatin vedan. Heya niha niştecihên ku hatine avakirin bi alîkariya rêxistinên dewletên Kendava Erebî weke Qatar û Kuweytê û hin rêxistinên Filistînî yên girêdayî Îxwanên Mislimanan tên avakirin. Ev rêxistin bi alîkariya Tirkiyeyê avakirina niştecihên li Efrînê fînanse dikirin û heya niha di nav 6 salan de zêdetirî 35 niştecih hatine avakirin. Di aliyê qanûna navdewletî de ger malên mêtîngeriyê rûbara wê kêmtirî 38 m2 û baniya wê çînko be ne sûc e, ji ber bi hêsanî tê rakirin. Lê li Efrînê ev yek derbas dibe û xaniyê 3 qatî tên avakirin û rûbara wê heya 60 m2 e. Ger xelkê Efrînê vegere xaka xwe jî wê şopên guhertina demografîk li Efrînê bimînin. JI ber wê ger aloziya Sûriyeyê neyê çareserkirin û hemû xelkê Sûrî yên Ereb û Tirkmen venegerin malên xwe wê tiştek bi navê Kurdax li Efrînê nemîne. Ji ber pêvajoya guhertina demografîk li Efrînê qediya û niha dest bi Tirkbûna Efrînê tê kirin."

'PIŞTÎ 2018’AN TIRKIYE BÛ DEWLETEKE HILBERÎNER A ZEYTA ZEYTÛNÊ'

Aktîvîst Îbrahîm Şêxo bal kişand ser dizîna zeytûnan û wiha axivî: "Weke tê zanîn berî dagirkirin Efrînê derdora 18 milyon darê zeytûn, 1 milyon darên hinarê û bi sedan hektar daristan li Efrînê hebûn. Lê piştî dagirkirina herêmê xwezayê Efrînê jî hat hedefgirtin û zêdetirî 500 hezar darên zeytûnê yên temenê wê derdora 100 sal in hatin birîn û êzingên wan li Îdlib, Tirkiye û deverên din bi 100 heya 150 dolara Emerîkî tên firton. Her wiha bi dehan daristanên Efrînê agir berdanê û şewitandin. Berhemên zeytûnan di salê de derdora 250 hezar heya 275 hezar ton zeytûn dihat û derdora 50 hezar ton zeyta zeytûnan jê dihat. Di sala 2018-2019'an de bi belgeyan hate eşkerekirin ku çewa zeyt û zeytûna Efrînê tê dizîn û bi riya bazirganan weke Temir Kirêdî yê girêdayî komên çete derbasî Tırkiyê dibû.

Zeyta Efrînê dema derbasî Tirkiyeyê dibû, Tirkiye ji aliyê xwe ve derbasî Spaniya dikir. Her wiha zeyta zeytûnan li Tirkiyeyê niha nirxê wê gelekî erzan e, ew jî ji ber zeyta Efrînê tê dizîn."

Şêxo di berdewamiya axaftina xwe de wiha got, "Koma Emşat ê ku navçeya Şiyê kontrol dike 250 hezar darên zeytûnê yên niha xwediyê wan li Şehbayê û deverên din koçber in xistiye destê xwe û darên ku xwediyê xwe li wir in li her darekî zeytûnê 20 dolara Emerîkî ferz dikin. Her wiha dema ew zeytûn dibûn zeyt rêjeya xwe dîsa ji wê zeytê jî dibirin û bi hinceta ku parastina zeviyên zeytûnan dikin 100 heya 200 dolara Emerîkî ji xelkê dibirin û li ser rêbendên wan a kontrolê jî dîsa rêjeya xwe ji xelkê ku zeyt vediguhestin dibirin. Her wiha piştî ku xelkê darên xwe çinîn li ser her darekî 2 dolara Emerîkî ji xelkê dibirin her wiha ji her gundekî nêzî 100 hezar dolar kom dikir di bin navê xizmetguzeriyê û ger xelkê herêmê pereyan nedin, hemû rêbazên êşkenceyê li ser xelkê resen pêk tînin heya ku pereyan bidin. Li kêleka wê koma Sultan Murad jî derdora 145 hezar darên zeytûnê li navçeya Bilbilê xistine destê xwe û koma Siqûr El-Şemal jî derdora 25 hezar darên zeytûnê li navçeya Şera xistine destê xwe. Ji ber wê ji diziyê xerabtir bi rêbazên cuda cuda pereyan ji xelkê dibin."

Aktîvîst û hiqûqnas Îbrahîm Şêxo bang li hemû hiqûqnas û aktîvîstan kir ku ji bo Efrînê bi awayekî lezgîn tevbigerin û axaftina xwe wiha bi dawî kir, "Guhetina demografîk li Efrînê di dema rejîma Sûriyeyê de derdora sedî 25 bû lê piştî ku dewleta Tirk û çeteyên wê herêm dagir kirin rêjeya guhertina demografîk gihîşt sedî 80, ji ber wê rewşa Efrînê gelekî xeter e. Ger wisa berdewam bike herêmeke Kurdî bi navê Efrînê nayê dîtin. Em ê Efrînekê weke Efganistanê bibînin. Hêviya me ew e ku aktîvîstên hiqûqî, rêxistinên mafê mirovan û kesên siyasetmedar gavên lezgîn bavêjin ji bo dawî li vê dagirkeriyê were."