Salvegera dagirkirina Efrînê: Bi hezaran kes dagirkerî protesto kirin

Ji ber salvegera destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê, bi tevlîbûna hezaran kesî li Hesekê, Til Temir, Şadadê, Til Birak, Hol, Dirbêsiyê, Qamişlo, Girkê Legê, Çilaxa û Tirbespiyê xwepêşandana protestoyî hate lidarxistin.

Di encama êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê de di Adara 2018'an Efrîn hat dagir kirin û rejîmeke tam a terorê ava kirin. Hema hema her roj li herêmên dagirkirî yên Kurdan sûcekî nû yê şer tê kirin. Rojane sûcên wekî revandin, înfaz, êşkence, talan, koçberkirina bi darê zorê û çêkirina xaniyên mêtingeriyê pêk tên. Di salvegera 6’emîn a êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Efrînê de, li gelek bajaran çalakiyên protestoyî hatin lidar xistin.

HESEKÊ

Li Hesekê cîgirê hevserokatiya Meclîsa Bajarê Hesekê Farûq Tozo li çerxerêya Şehîd Ezîz Ereb a taxa Xiwêran daxuyaniyek xwend. Rûspî, partî, rêxistinên jinan, şêniyên Hesekê, saziyên sivîl, Meclîsa Malbatên Şehîdan tevlî xwendina daxuyaniyê bûn.

DIRBÊSIYÊ

Li navçeya Dirbêsiyê jî, hevseroka Meclîsa Navçeya Dirbêsiyê Cîhan Elî bi beşdariya bi dehan endamên sazî û meclîsan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Qada Jina Azad, daxuyanî xwend.

TIL TEMIR

Li navçeya Til Temirê hevseroka Meclîsa Herêma Til Temirê Madlên El Ubeyd li Parka Malbatên Şehîdan, li navçeya Şehdadê jî endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyê Ela El Selûm li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a gundê Hedadiye, li navçeya Til Birakê hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Latîf Salim Selîm li pêşiya avahiya Meclîsa Navçeya Til Birakê, li navçeya Holê jî hevserokê Meclîsa Navçeya Holê Ziyad Hesen li pêşiya avahiya meclîsê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyên hevbeş de, hate gotin: "Dewleta Tirk ji destpêkirina şoreşê ve hewl dide bi rê bi rêbazên cuda gelê Sûriyeyê tune bike, jiyanê lê tengav bike. Bi nêzîkbûna salvegera êrîşên dagirkirinê yên li dijî Efrînê, êrîşên li dijî herêmê ji 13`ê Çileyê ve zêdetir dike û binesaziya wê bombebaran dike."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dagirkirina Efrînê destpêka girêkkirina aloziya Sûriyeyê bû.

Di daxuyaniyê de soz hat dayîn ku heta tevahî planên dijmin têk biçin û herêmên dagirkirî, rizgar bibin, wê berxwedan berdewam bike û bi hevgirtina gelê herêmê û xwedîderketina wan li hêzên leşkerî, dê serkeftin bi dest bikeve.

Hevserokê Meclîsa navçeya Tirbespiyê Hisên Omer daxuyaniya meclîsê li pêşiya Kongar Star xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrîşa li ser Efrînê êrîşa li ser projeya demokratîk bû ku çareseriya herî guncew a aloziya Sûriyeyê ye, her wiha peyameke diyar ji cîhanê tev de re bû ku pêkahteyên herêmê dê bi yekrêzî li hember êrîşan bisekinin.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku dagirkeriya li ser Efrînê û herêmên din bi dawî bikin. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî, Human Rights Watch (HRW) û NY`yê hat kirin ku li hember sûcên hovane yên dewleta Tirk bêdeng nemînin û berpirsyariyên xwe bînin cih.

ÇILAXA

Meclîsa Navçeya Çilaxayê bi beşdariya nûnerên saziyên navçeyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk siyasetên xwe yên dijminane li dijî projeya neteweya demokratîk didomîne û her carê jêderên jiyanê yên şêniyan dike hedef. Her wiha soz hat dayîn ku rêya şehîdan, berxwedanê û têkoşînê heta rizgarkirina herêmên dagirkirî, were şopandin.

GIRKÊ LEGÊ

Li navçeya Girkê Legê jî Însiyatîfa Gel heman daxuyanî da. Şêniyên navçeyê û saziyên wê, endamên Kongra Star û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) tevlî xwendina daxuyanî bûn.

Endama Rêveberiya Dibistanan a navçeyê, Hekîm Mîrza û endama TEV-DEM`ê Narîşan Ebdulhekîm daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku ji ber sûcên li dijî xelkê Efrînê hatine kirin û hîna tên kirin, hesabê ji dewleta Tirk a dagirker bipirse.

ŞEHBA

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li kampa Berxwedan a Şehbayê bi daxuyaniyekê dagirkirina Efrînê û bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser şermezar kir.

Her wiha PYD`ê bang li civata navneteweyî, NY, tevahî rêxistinên navneteweyî kir ku li hember êrîşan berpirsyariyên xwe bînin cih.