15 saziyên hunerî, wêjeyî û civakî: Em ê bigihêjin asta serketinê
15 saziyên hunerî, wêjeyî û civakî bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku ew ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û wê bigihêjin asta serketinê.
15 saziyên hunerî, wêjeyî û civakî bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku ew ê herêmên dagirkirî rizgar bikin û wê bigihêjin asta serketinê.
Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker 16 saziyên hunerî, wêjeyî û civakî yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek li baxçeya xwendinê ya li bajarê Qamişlo dan. Daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê Rêveber û Ofîsa Yekîtiya Rewşenbîran a bajarê Qamişlo Sîba Ebd El Hemîd ve hat xwendin û her wiha daxuyaniya bi zimanê Kurdî jî ji aliyê Hevseroka TEV-ÇAND aa bajarê Qamişlo ve hat xwendin.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Dewleta Tirk bi rajorkirineke terorî û pêkanîna gefên xwe yên berdewam li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, avahiyên aborî yên herêmê bombe kir.
Em dizanin ku Tirkiye dijminahiya me dike û berdewam saziyên aborî yên binesazî (navendên enerjiya elektirîkê, bîrên petrol û gazê) topbaran dike da ku çavkaniyên jiyanê hilweşîne û herêmê ji mirovan xalî bike. Her wiha hewl dide ku çeteyên DAÎŞ’ê vegerîne herêmê da ku destkeftiyên şoreşê binpê bike. Aştiyê di bin gefê de bihêle û temenê qeyrana Sûriyeyê dirêj bike. Lê Tirkiye wê di hemû hewldanên xwe de têk biçe. Ji ber ku yekitiya me û hevgirtina me wê ji êrîşên Tirkiyeyê re bibe bersiva herî guncaw.
Weke nûnerên yekitî, komel, melbend û desteyên çandî, wêjeyî, civakî û olî yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen ên ji olên Misilman, Xiristiyan, Êzidî û Zerdeştî em êrîşên Tirkiyeyê yên terorî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar dikin. Em bang li rêxistinên mirovî û desteyên navdewletî dikin ku van êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin.
Em soza xwe dubare dikim ku em ê herêmên dagirkirî rizgar bikin.”
Navên 15 Saziyên ku ev daxuyanî bi rengekî hevpar dan:
-Desteya Çandê li Herêma Cizîrê
-Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê
-Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê
-Mala Êzidiyan
-Yekîtiya Êzidiyên Sûriyeyê
-Encûmena Civakî ya Ermenî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
-Yekitiya Jina Ermenî
-Yekitiya Wênekêşên fotografî ya Sûrî
-Tevgera Mezobotamiya ya Çand û Hunerê (Tev-Çand)
-Yekitiya Hunermendan
-Komeleya Çandê ya Siryanî
-Girûpa Skêtşa Şanoyî ya hunerên pêrabûnê
-Melbenda Çandê ya Sûrî
-Mala Çandewerî
-Encûmena Gel û Olan li Herêma Cizîrê