Bombekirina binesazî û navendên xizmetguzariyê sûcê şer in

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bîlançoya êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê di du rojên dawî de eşkere kir. Navendê diyar kir ku ev êrîş sûcên şer in.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn lîsteya avahiyên binesaziyê û saziyên xizmetguzariyê yên ku roja Yekşemê û Duşemê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin bombebarankirin, eşkere kir.

Di daxuyaniya de hat diyarkirin ku bombebarankirina cihên sivîlan, binesazî û navendên xizmetguzariyê li gorî hiqûqa navneteweyî sûcê şer e.

Di daxuyaniyê de tesîsên binesaziyê, saziyên xizmetguzariyê û noqteyên sivîl ên di encama êrîşên dewleta Tirk de xisar dîtine, ev agahî hatin dayîn:

“Îstasyona petrolê ya Udê, îstasyona ceyr û ceyranê ya Siwêdiyê, 11 bîrên petrolê,

Stasyonên ceyranê yên Dirbêsiyê, Amûdê, Tirbespiyê, Qamişlo, Kobanê, Eyn Îsa û Rimêlan,

Li Amûdê Aşxaneya Dirbasê

Li Dirbêsiyê Navenda Temwinê

Li Tirbespiyê Navenda çandiniyê 

Li gundewarê Til TemirêDepoyên genim 

Li Qamişlo Şîrketa Nêrgiz, embara malzemeyên avahîsaziyê

Li Dêrikê Bendava Başût 

Li Kobanê çandiniya dewaran

Li Kobanê Depoya genim 

Li Qamîşlo Kargeha Tahinî û Halvayê 

Li Dêrikê dibistana ajotinê

Gir Dahol, Gir Şêran, Gir Kendal, Şirk, Berkeviê, Quneytîra, Şamsûr, Heremê Şêxo, Xatûniyê, Um Kêf, Til Tewîl, Esediyê, Dada, Ebdal û Mişêrfê yên Kantona Cizîrê.

Gundên Xirbêsan, Şêx Çoban, Çelebiyê yên Kobanê û Eyn Îsa,

Gundên Minix û Eyn Deqnê yên Şehbayê.”