BI DÎMEN

Meryem El-Îbrahîm: Êrîşên dewleta Tirk dibe sedem DAÎŞ xurt bibe

Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser Meryem El-Îbrahîm, destnîşan kir ku êrîşên deweleta Tirk a dagirker dibe sedem ku DAÎŞ bi taybetî li Kampa Holê bikevin tevgerê û got ku ev yek ji bo tevahiya mirovahiyê xeteriyeke mezin çêdike.

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û herêmên nêzî kampên koçberan dike hedef. Kampa Holê yek ji metirsîdartirîn kampên cîhanê tê dîtin. Ji ber ku tê de bi hezaran malbatên DAÎŞ’ê hene. Ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker, bi hezaran xwe amade dikin ku ji kampê birevin. Ev yek jî tê wateya tehlûke li ser tevahiya cîhanê dê ava bibe.

Derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser van herêman de Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser Meryem El-Îbrahîm axivî û destnîşan kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker dibe sedem ku DAÎŞ careke din xurt bibe.

El-Îbrahîm, anî ziman ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser kampên koçberan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dibe sedem ku rewşên trajedi bên jiyîn û wiha got, “Ji ber êrîşan herî zêde jin û zarok dibin mexdûr. Qadên tenduristî, xizmetguzarî, perwerde û ewlehî tên hedef girtin û ev yek rê li ber mexdûriyetek mezin vedike. Mafê mirovan ên jiyanê û ewlehiyê tên binpêkirin.”

‘HEDEF GIRTINA KAMPA HOLÊ, METRÎSIYEK MEZIN ÇÊDIKE’

Meryem El-Ibrahîm, di berdewamiyê de got, “Êrîşên Tirkiyê metirsiyeke mezin li ser hemû kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi taybet kampa Holê çêdike. Ji ber ku êrîşên Tirkiyê malbatên rêxistina terorîst a DAÎŞ’ê li kampa Holê dixe tevgerê û moral dide wan ku ji kampê birevin. Kampa Holê ne tenê ji bo Sûriyeyê, ji bo tevahiya cîhanê tehdîdek ava dike. Malbatên rêxistinên terorîst ên DAÎŞ’ê yên li Kampa Holê, êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji bo xwe weke rêyeke rizgariyê dibînin. Ev yek jî bêguman ji bo tevahiya mirovahiyê gefek mezin e.”