Dewleta Tirk êrîş kir, stasyona elektrîkê ji xizmetê derket

Daîreya Enerjiyê ya Kantona Cizîrê ragihand ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker stasyona elektrîkê ya ku elektrîkê dide tevahiya herêmê, bi temamî hilweşiyaye û ji xizmetê derket.

Daîreya Enerjiyê ya Kantona Cizîrê ya Rêveberiya Xweser têkildarî êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navendên enerjiyê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya ku li ser malpera nivîsgehê hat weşandin de hat diyarkirin ku balafirên şer ên dewleta Tirk a dagikrer 9 caran stasyona elektrîkê ya Siwêdiyê bombebaran kiriye.

Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrîşan de pergala hilberandinê ya Saziya Giştî ya Elektrîkê û Şîrketa Petrolê ya Rimêlanê û qadên girêdayî wan hatine hedefgirtin.

Hat diyarkirin ku cihê hatiye bombebarankirin tekane stasyona navendî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û ji sedî 100 hilweşiya ye.

Di dawiya daxuyaniyê de êrîş û bêdengiya navnetewî hatin şermezarkirin û hat gotin: “Ev yek yek ji mezintirîn sûcên şer e ku li dijî gelê berxwedêr ê ji bo bidawîkirina terora DAÎŞ’ê fedakarî kiriye.

Em bêdengiya li hemberî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî jêderên jiyanê yên 5 milyon kesî, şermezar dikin. Rûsya û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî yên li vê erdnîgariyê berpirsên vê wêraniyê ne."