BI DÎMEN

Şikakî: Pêngava 15'ê Tebaxê moral da gel

Abdullah Şikakî anî ziman ku 15'ê Tebaxê baweriya gel a bi kadroyên PKK'ê xurt kir.

15'Ê TEBAXÊ

Pêngava 15'ê Tebaxê ku di dîroka gelê Kurd de kêliyeke diyarker bû, di sala 1984'an de pêk hat. Çalakî ji aliyê xwe yê leşkerî wêdetir ji bo gelê Kurd ê di nava bêhêvîtiyê de bû, bû ruhê berxwedanê û têkoşîna nasnameya neteweyî xurt kir.

Xelkê Rojavayê Kurdistanê piştî rewşa nediyar a siyasî û têkçûna moralê ya salên 1980'î dema ku PKK kete Rojavayê Kurdistanê bi guherînên pêk hat re ji xwe re nexeşeyeke nû diyar dike. Xelkê ku ziman, çand û hebûna xwe nedihate naskirin, bi 15'ê Tebaxê re ji nû ve ji xw ebawer kir û bi ruhê seferberiya civakî dikeve nava liv û tevgerê.

Nivîskar Abdullah Şikakî ku di 15'ê Tebaxa 1984'an de li Rojavayê Kurdistanê bû qala atmosfera wê demê kir:

Şikakî got, "Piştî ku çalakiya 15'ê Tebaxê hate kirin, hevalê Cûma (Mûrat Karayilan) daxuyaniyek li ser çalakiyê da min û çend kesan, me jî li gel belav kir. Di daxuyaniyê de işaret bi girîngiya çalakiyê hatibû kirin. Gotibû, bi pêngava Tebaxê re rêxistiniyeke leşkerî ya bi navê Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) hatiye ragihandin. Ev rewşeke nû bû, rêxistiniyeke leşkerî ava dibû. Çalakiyê li nava gel deng veda. Li Kurdistanê mîna cejnê bûbû. Coş, moral û kelecan a gel cuda bû.

'GEL BI RUHÊ SEFERBERIYÊ TEVLÎ DIBÛ'

Eger em îro dikarin bibêjin Rojavayê Kurdistanê û di nava rastiya Rojavayê Kurdistanê de ne, ev yek encamek ji Pêngava 15'ê Tebaxê ye. Wê demê gel di nava seferberiyek topyekûn de bû û bi wî ruhî tevlî dibû. Mehkûmî rastiya gelekî welê hatibû kirin ku dîroka xwe hatibû tinekirin, berevajîkirin û dengê xwe hatibû tepisandin. Li Sûriyeyê neteweperestiya Ereb reh berdabû. Çanda Kurd li ber zinêr bû ku wer bibe. Ev rewşa ku gelê Kurd di nav de bû mîna mirovekî ku fermana mirina wî hatibû dayin bûn. Bi 15'ê Tebaxê re gelê li ber mirinê rabû ser xwe, ji Kurdan re bû hêvî. Ji êşên xwe rizgar bû, bawerî û hesta baweriya ji xwe xurt bû. 'Serxwebûn û Azadî' dirûşma wê demê bû û timî li ser zimanê gel bû."

'PIŞTÎ PÊNGAVÊ GEL EWLADÊN XWE TEVLÎ PKK'Ê DIKIR'

Şikakî destnîşan kir ku bi Pêngava 15'ê Tebaxê re baweriya gel a bi kadroyên PKK'ê xurt bû, ji gel re bûn çavkaniya rûmetê û got, "Gihîştin wê baweriyê ku ji kadroyên PKK'ê mezintir mirov nînin. Welê bûbû ku gel gihîştibû wê astê ku canê xwe feda bike. Rastiyeke welê ya gel hebû ku hebûna xwe dida hevalan. Hevalê di nava tinebûnê de bûn rojekê bi tenê qala alîkariya madî nekirin, lê gel alîkariya madî bi wan re dikir. Ber bi salên 1986-1987'an gelê Rojavayê Kurdistanê êdî ewladên xwe jî tevlî refên PKK'ê dikir. Tevlîbûn bi rengekî veşartî nedihatin kirin, bi dahol û zirneyê bi coşeke mezin dihate kirin."

'LI EFRÎNÊ COŞ Û BERXWEDAN HEBÛ'

Abdullah Şikakî ku sala 1987'an li Efrînê tevlî pîrozbahiya salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê bû, qala wê rojê kir: "Wê demê ez li Helebê bûm. Pîrozbahiya 15'ê Tebaxê wê li Efrînê bihata kirin. Ji bo pîrozbahiyê çûm Efrînê. Wê rojê baran dibariya, şert û mecên hewayê nebaş jî bû lê gel pîrozbahî kir, qad neterikand. Xelkê Efrînê dilsozê çanda xwe ye. Kincên xwe yên neteweyî li xwe kir û tevlî pîrozbahiyê bû. Li gel zextên rejîma Baasê jî heta dawiyê li ber xwe da û pîroz kir Piştî pîrozbahiyê êriş, binçavkirin, girtin hebû, lê belê gel êdî azadiya xwe tehm kiribû û nêta xwe tinebû ku paşve gavê biavêje."