Li Tebqayê jin ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan

Li Kantona Tebqayê jinan di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ku bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” meşek girseyî pêk anîn.

Bi pêşengiya endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên Reqa, Tebaq, Minbic û Dêrazorê, bi dehan jinên kantona Tebqayê, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên Rêveberiya Xweser, Partiya Sûriyeya Paşerojê û endamên Hêzên Asayîşê-Jin, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

Meş ji taxa Yekemîn (Ewele) a bajarê Tebqayê dest pê kir. Jinan dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Hilweşe faşîzma Tirk" berz kirin.

Jinan heya ber navenda Yekitiya Xwendekarên Demokratîk a li taxa Duyemîn (Sanî) meşiyan. Li vir hevserokê Nivîsgeha Ciwan û Werzîşê ya Kantona Reqayê Buşra El Nayif li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan axivî.

El Nayîf got: "Ji bo piştgiriya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan em îro meşiyan."

El Nayîf, diyar kir ku bi saya ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelên bindest û jin ji zulmê û sitemkariyê rizgar bûne û got: "Jinan li ser şopa ramanên wî cihê xwe di tevahî qadan de girtine."

El Nayîf, destnîşan kir ku jin li Dêrazor, Tebqa, Reqa û Minbicê heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dest bixin, dê têkoşînê mezin bikin. Di heman demê de, El Nayîf piştgiriya berxwedana YJA-Starê û HPG`ê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker, kir.

Her wiha El Nayîf, soz da ku heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bê bidest xistin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.