Ji bo 2 şervanên HRE'yê yên şehîd ketin konê sersaxiyê hate danîn

Ji bo şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Behdîna Efrîn (Mihemed Tenbel) û Botan Efrîn (Ebdurehman Ehmed) ên şehîd ketin, konê sersaxiyê hate vedan.

Herdu şervan 12'ê Tebaxa 2024'an şehîd ketibûn. Koçberên Efrînî û xelkê Şehbayê sersaxî dan malbatên herdu şervanan.

Konê sersaxiyê li bajarokê Ehdasê yê Kantona Efrîn-Şehbayê hate vedan û gelek kesan serdana kon kirin.

Li konê sersaxiyê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên HRE'yê hatin daliqandin.

Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantonê Asya Ebdo sersaxî xwest û diyar kir ku wê li ser xeta şehîdan û Abdullah Ocalan têkoşîna xwe dewam bikin.

Endamê Meclîsa Bajarokê Ehdasê Fewazî Mistefa diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze îradeya gelê berxwedêr bişikîne, lê belê wê nikaribe vê bike. Mistefa got, "Bi berxwedana şehîdan em ê komployan hemûyan têk bibin."

Malbatên şehîdan jî ragihandin ku wê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin û belgeya şehadetê radestî malbatên şehîdan hate kirin.