BI DÎMEN

'Bi saya Rêveberiya Xweser em Çerkes li çanda xwe vegeriyan'

Ji neteweya Çerkes Semîr Hebat anî ziman ku bi hatina meclîsa leşkerî ya Minbicê re gelek veguhertin çêbûn û dawî li tarîtiyê hat.

CÛDÎ ÎBRAHÎM

Ji neteweya Çerkes Semir Hebat têkildarî berxwedaniya gelê Çerkes ya li hemberî tarîtiya DAÎŞ’ê û piştî rizgarkirina bajarê Minbicê û guhertinên ku di nava netewa Çerkes de pêk hatî, jî ANF’ê re axivî.

Semîr Hebat têkildarî koça Çerkesiyan a ji Rûsya û ber bi herêmên din ve û rewşa wan a di dema DAÎŞ’ê de, wiha got: "Piştî koçkirina Çerkesiyan me berê xwe da bajarê Minbicê. Nêzî 130 salî bû, dema ku Çerkesî gihîştin bajarê Minbicê bajarê Minbicê weke bajarekî xerabe hatibû dîtin. Lê bi destê hemû netewan jinûve avakirina Minbicê hatibû destpêkirin. Bi hatina çeteyên DAÎŞ’ê jî gelê Çerkesî bi hemû rêbazan xwe dûrî vê terora tarî da. Bi hatina DAÎŞ’ê re hemû tişt li ser Çerkesan hatibûn qedexekirin. Dawet, ziman û heta çand jî dîsa li me qedexe bû."

Semîr diyar kir ku bi hatina 15’ê Tebaxê re gelek guhertin hatin kirin yek ji wan rewşa Çerkesan a ber bi qirkirinê ve veguherî encamên nû û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Bi hatina Meclîsa Minbicê ya Leşkerî û bi dawî anîna tarîtiya heyî, bi taybetî di roja 15’ê Tebaxê de her tişt veguherî rojeke nû. Bi avakirina Rêveberiya Xweser û di heman wextê de me jî saziyên xwe yê Çerkesî vekir, me dîsa çanda xwe jinûve nûjen kir û xiste pratîkê. Tu ferq di navbera me de tune. Dema ku dewleta Tirk êrîş dike hemû netewan dike armanc, dema ava Firatê tê qutkirin, ne tenê li ser netewekê lê di heman demê de li ser hemû netewan qut dike, dixwaze tevahî netewan di vir de tune bike."

Semîr Hebat di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: "Bi rizgarkirina Minbicê re Çerkesî vegeriyan weke berê û çanda xwe, zimanê xwe û heta edetên xwe dîsa pêk anîn. Jinûve komên me yên stranê, dîlan û folklora Çerkesî jinûve nûjen bû. Me jî bi saya Rêveberiya xweser çanda xwe nûjen kir. Îro roja rizgarkirina Minbicê nayê pênasekirin, roja tarî bû roja ronahî. Me hemû zarokên xwe kirin hembêza zarokên xwe yê meclîsa leşkerî û ew bi xwe rojbûnek bû."